Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome 2021-01-31 09:11:22   WAN - Parlementera HDP'î Dîlan Dîrayet Taşdemîr, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan xwe li tevahiya civaka Tirkiyeyê lefandiye û heya ev tecrîd ranebe dê pirsgirêkên welêt çareser nebin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 66'an de ye û niha koma 13'an çalakî dewr girtiye. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, tecrîdê û çalakiya greva birçîbûnê nirxand. Taşdemîr, anî ziman ku girtîgeh niha veguherîne "kampên komkirinê" û bi qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî derî wê hatin hiştin girtî careke din hatine cezakirin. Taşdemîr got: "Tenê nehatin cezakirin, bi vî awayî mekanîzmaya girtîgehê ji nû ve hat avakirin. Mafên demokratîk û îtirazê yên mirovan hatin binpêkirin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatin astengkirin. Pandemî ji xwe re kirin hincet."  Taşdemîr, destnîşan kir ku bi van polîtîkayan tê xwestin ku vîna girtiyên siyasî bê şikandin û teslîm bên girtin.    GIRTÎGEH NEYNIKA WELÊT IN    Parlementera HDP'î girtîgeh wekî "neynika welêt" pênasekirin û bal kişand ser bêvenihêriya li girtîgehan: "Girtî bi însafa rêveberiya girtîgehê re rû bi rû hatine hiştin. Li girtîgehan ji îşkenceyê bigirin bi her awayî maf tên binpêkirin. Du daxwazên girtiyan hene; binpêkirina mafan û tecrîd. Lê belê rêveberiyeke faşîzan heye ku guh li mafan û hiqûqê nake. Girtî dixwazin ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe û pirgsirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe, divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin."    CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN    Taşdemîr, destnîşan kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê veguheriye tiştekî domdar û got: "Civak tê tecrîdkirin. Kes nikare bi awayekî demokratîk û azad fikr û ramanên xwe bîne ziman û îtirazên xwe bike. Em bi tecrîdeke kûrbûyî û tê xwestin civak bê tepisandin re rû bi rû ne. Ev rejîm ewilî li Îmraliyê dest pê kir. Îqtidara AKP-MHP'ê bêhiqûqîtiya li vê derê bi awayekî kêfî veguheran awayê rêvebiriya welêt."    BANGAWAZΠ   Taşdemîr, anî ziman ku girtî bi çalakiyên xwe peyama "heya tecrîda li Îmraliyê ranebe dê ne pirsgirêkên girtîgehan ne jî krîza li Tirkiyeyê çareer bibe" didin û divê raya demokratîk jî guh li vê bangawaziyê bike.    Taşdemîr, bilêv kir ku tekane muxatabê girtiyan ne HDP, kurd, jin an jî malbatên wan in û got: "Pirsgirêka her kesî ye lu li dijî vê rejîma tecrîdê bi hestiyarî nêzî çalakiyên greva birçîbûnê bibe. Heya ku tecrîda li Îmraliyê ranebe kes ji me jî nikare bêhnê bistîne û dê welat demokratîk nebe. Em ê bibin dîlgirtiyê siyaseta kedxwarî, zext, zorî û şer."