81 salî ye, 26 sal in girtiye 2021-01-31 09:04:15     AMED - Girtiyê nexweş Siddik Gulerê 81 salî ku 26 sal in girtiye û cezayê muebedê lê hatiye birîn, êdî nikare biaxife.    Girtiyê nexweş Siddik Gulerê 81 salî ku 26 sal in girtiye û cezayê muebedê lê hatiye birîn, ji ber nexweşînên xwe û temenê xwe ne dikare bimeşe ne jî baixife. Guler, niha di Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê de ye.    Nexweşîna hîpertansiyon, romatîzmaya bikêm lê peyda bûne û du caran jî anjiyo bûye. Guler, heya niha di gelek girtîgehan de maye û du sal berê jî ji ber nexweşînên lê peyda bûye wî rakirine nexweşxaneyê û tedawî bûye. Guler, niha bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne û hemû serlêdanên ji bo berdana wî jî hatine redkirin. Hevjîna wî Hesîna Guler a 71 saî anî ziman ku ji ber pandemiyê herî dawî salek berê serdana Guler kirine û niha hevjînê wê nikare bi telefonê jî biaxive. Guler got: "Nexweşina dil, romatîzma pê re heye û pir dikuxe. Berê du caran anjiyo bûye. Di hevdîtina dawî de wî bi sandalyeya biteker anîn cihê hevdîtinê."    Guler, bal kişand ser qanûna înfazê ya ji ber pandemiyê hat çêkirin û got: "Qanûnek çêkirin. Me got belkî wî jî berdin, lê bernedan."    BANG LI RAYEDARAN KIR    Hesîna Guler anî ziman ku ji bo berdana hevjînê wê gelek caran daxwaname ji Wezareta Dadê re şandine, lê belê daxwaznameyên wan nehatine bersivandin û got: "Siddik 26 sal in girtiye. Extiyar û nexweş e. Nikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne." Hesîna Guler xwest hevjînê wê bê berdan.