Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt 2021-01-31 08:38:04     STENBOL  - Dadgehê der barê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê de bi îdeaya “Wêneyê Kabê li erdê raxistine" biryara girtinê da û şandin girtîgehê.    Ji 5 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên bi navê D.D., S.N.B., H.K., R.O. û S.C.U. hatibûn binçavkirin, R.O. li midûriyeta polîsan hat berdan û 4 xwendekar jî sewqî edliyê kirin. Dozgeriye piştî li îfadeya 4 xwendekaran guhdar kir bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadger jî piştî li îfadeya 4 kesan guhdar kir 2 xwendekar bi şertê kontrola edlî serbest berdan û der barê 2 xwendekaran de jî bi sucdariya "Gel li hev sor kirine" biryara girtinê da.