‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’ 2021-01-30 16:22:03   STENBOL - Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Stenbolê Ferît Barût, di hefteya 462'yemîn a çalakiya "Rûniştina F" de diyar kir ku li gel nexweşiyên giran jî girtî Resûl Kocaturk nayê tedawîkirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji ber bergiriyên vîrûsa koronayê (kovîd-19) çalakiya "Rûniştina F" a hefteya 462'yemîn li ser hesabên xwe yên medya civakî li dar xist. ÎHD’ê di vê rûniştinê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Resûl Kocaturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Stenbolê Ferît Barût, daxuyaniya hatibû amadekirin xwend. Barût, diyar kir ku di dema pandemiyê de gelek binpêkirinên mafan hatine kirin.   ‘BI PANDEMIYÊ RE TEDAWIYA WÎ NEHAT KIRIN’   Barût, rewşa girtiyên nexweş ê giran Resûl Kocaturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê dimîne parve kir û wiha got: “Resûl Kocaturk ku ji sala 1995’an ve di girtîgehê de ye, nexweşiyên sendroma Wernicke-Korsakkoff, astim, hîpotroîd, îrîtabl kolon, fitika pişt û stû, pişa reş û di cergê wî de nodul hene. Ji ber nodula di cergê wî de demeke dirêj li Nexweşxaneya Senatoryûm a Enqereyê tedawî dît, lê ji ber pandemiyê tedawiya wî nehat kirin. Ji ber pirsgirêka wî ya pişika reş li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kirikkaleyê biyopsî hatiye kirin lê nikare tu teşhîsan deynin ser.”   DEST BI TEDAWIYÊ NEKIRINE   Barût, da zanîn ku ji ber derfetên Nexweşxaneya Zanîngeha Kirikkaleyê tune bûne Kocaturk sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Gaziyê hatiye kirin lê nexweşxaneyê bi gotina “peymana me nîne” ew paş ve vegerandiye. Barût, anî ziman ku pişt re Kocaturk sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê hatiye kirin û wiha got: “Li vê nexweşxaneyê jî tetkîkên nû hatine kirin lê tu teşhis nedanîne ser û tedawî dest pê nekiriye.” Barût, destnîşan kir ku dema Kocaturk birin nexweşxaneyê ew bi kelepçe mûayene kirine û wiha got: “Rewşa tenduristiyê ya Resûl Kocaturk her ku diçe ne baş dibe. Ji bo ku were tedawîkirin divê cezayê wî bê taloqkirin.”    Barût, herî dawî banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest Kocaturk demildest bê berdan.