Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne 2021-01-30 14:59:50   NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya nobetê ya gelê Şengalê ku li dijî Peymana Şengalê ya di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê de dane destpêkirin, 2 mehan li pey xwe hişt.      Di hedefa Tirkiye de ku bi polîtîkayên xwe yên dijberî kurdan operasyon û êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê didomîne, ev demeke gelê êzidî û xaka wan Şengalê ku bi sedan sal e li ser dijîn, heye.    PEYMANA ŞENGALÊ   Ji ber ku dema êrişa DAIŞ’ê ya di 3’ê tebaxa 20214’an de Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê wan bi tenê hiştibûn û êrişên li ser wan ji aliyê PKK û YPG’ê ve hatibûn şikandin, êzidiyan ji bo parastina xwe Hêza Asayîşa Êzîdxanê ava kiribûn. Hikûmetên Bexda û Hewlerê ku ji vê rewşê aciz in, ji bo belavkirina van hêzan di 9’ê cotmeha 2020’an de Peymana Şengalê îmze kirin.    NOBETA RÛNIŞTINÊ   Gelê Şengalê ku li dijî peymanê dertê, ji bo nîşandina piştgiriya xwe ya ji bo hêzên leşkerî li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê nobeta rûniştinê dan destpêkirin. Vê nobeta ku bi şîara “Em hemû asayiş in” dest pê kir 60 roj li pey xwe hişt.    SERDANA AKAR Û GULER   Tirkiye dixwaze li dijî Şengalê operasyoneke leşkerî li dar bixe, ji bo vê armancê Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandarê Artêşê Yaşar Guler, hefteya borî çûbûn serdan Bexda û Hewlerê û bi rayedarên Bexda û Hewlerê re hevdîtinan kiribûn.    AMADE NE!   Piştî vê serdanê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî li ser pirsa rojnamegeran gotibû ku ew ji bo vê operasyonê amade ne lê operasyonê bi rengî bêyî ku aşkera bikin ji nişkeve didin destpêkirin.