Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin 2021-01-30 13:54:20   STENBOL - Li daristaneke Kirklareliyê du kes qerisî hatin dîtin. Tê texmînkirin ku her du kesên qerisîn û jiyana xwe ji dest dan penaberên ku xwestine biçin derveyî welat in.   Midiruyeta Kargehê ya Daristanê, li daristana li Gundê Yeşîlce ya navçeya Demîrkoy a Kirklareliyê du kes qerisî dîtin û cendirme agahdar kir. Cenderme û tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku her du kesan jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê cenazeyê wan kesan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirklareliyê û ji wir jî şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Tê payîn ku cenaze aydî penaberên ku xwestine biçin derveyî welat in.