ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN 2021-01-30 09:00:52 * Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Navbera Bajaran a Amedê (DÎŞTÎ) bê guherandin. Yek ji îdiayên ku tê gotin jî; qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê erseya otogarê ya bihayê wê 350 milyon TL ye, bi 150 milyon TL'yî bifiroşe Weqfa Orfîoglûyê.    * Mehmet Çoreşoglû ku li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F tevli greva birçîbûnê bûye, anî ziman ku heya ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê çalakiya wan dewam bike.    * Serokê Desteya Rêvebir a ATO'yê Alî Karakoç, anî ziman ku di bernameya derzîkirinê ya li dijî şewbê de jî newekehviyek heye û got: "'Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe, ji bo civakeke ehlaqî û azad mil bidin milê hev du û têbikoşin."    * Ç.Y.'ya ku Mûrat K. tecawizî wê kiribû, hewl dabû întihar bike. Ji ber vê astengdar bûye û niha di nav ciya de ye. Her wiha sûcdaran û parêzeran wan jî bi mirinê gef li parêzera Ç.Y.'yê xwarine.   *  Bi sed hezaran kesên ku zanîngeha kuta kirine û betal in, nikarin deynê xwe yê krediya KYK'ê bidin. Xwendekaran anîn ziman ku nikarin vî deynî bidin û Egîtîm-Senê jî xwest deyn bên xerakirin.    * Jinên mûglayî nerazîbûna xwe ya ji bo girtina Ayşe Gokkanê anîn ziman. Jinan diyar kir ku îqtidar polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinan dikin didomîne û gotin: "Em ê ji cihê mayî têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkanê bidomînin."    * Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê, gelek cerdevan girtine kar û wan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê.    * Parlementerê HDP'ê yê berê Faysal Sariyildiz ku di sala 2012'an de li girtîgehê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên niha bi heman daxwazê hatine destpêkirin got: "Ji bo li zindanan kes jiyana xwe ji dest nede û texrîbat çênebin, em ên derve divê daxilî nav vê berxwedanê bibin."     * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" di hefteya 625'emîn de onlîne li dar bixe. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza cezakirina kujeran bikin dê di hefteya 827'emîn de çalakiya xwe onlîne li dar bixe. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 334'emîn de bi rêya vîdeoyê çalakî li dar bixe. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 462'yemîn de çalakiya "Rûniştina F" onlîne li dar bixe û bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)