Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin 2021-01-29 19:51:54   ÊLIH - Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyaniya ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd kiribû. Piştî mudaxileyê 23 kes hatin binçavkirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (KCD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî bi meşeke girseyî bi dawî kirin. Di dema meşê de polîsan mudaxileyî girseyê kiribû. Piştî mudaxileyê 23 kes hatin binçavkirin.    Navê kesên ku hatine binçavkirin ev in: “Taybet Tatli, Seyhan Erener, Abdî Onûr Çakir, Berfîn Can, Halîde Keser, Bermal Can, Leyla Bayram, Veysî Saritak, Aycan Dayanan, Mehmet Acar, Şiyar Koç, Emîne Kaya, Suzan Aşkin, Besna Turkmen, Gulîstan Yilmaz, Kezîban Kûday, Ferhat Kalkan, Diyar Acar, Zekeriya Aşkin, Delîl Urek, Sezgîn Yavûz, Nûran Acar û kesekî/e navê wî/ê nehat hînbûn.    Het hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Êlihê.