Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan 2021-01-29 16:38:30   ÊLIH – Li Êlihê polîsan destûr neda daxuyaniya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd. Li ser vê yekê girse ji sê milan ve dest bi meşê kir. Tevî mudaxileya polîsan jî girseyê daxwazên pêkanîna yekîtiyê qîr kirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ev demeke ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd li bajarên bakurê Kurdistanê dest bi xebatan kirine. Rawestgeha yek ji van bajarên xebatên yekîtiyê Êlih bû. Xebata baskê li Êlihê bi meşek girseyî temam bû.    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Feleknas ûca, Ayşe Acar Başaran, Dersim Dag, Hasan Ozguneş, Ayşe Surucu, Gulistan Koçyîgît, Semra Guzel, Remziye Tosûn, Siddik Taş, Îmam Taşçier, Necdet Îpekyuz, Şevîn Coşkûn û aktîvîstên TJA’yê ji 25’ê çile ve xebat li Êlihê û navçeyên wê birêve dibirin û îro têkildarî yekîtiyê xwestin li Parka Ataturkê daxuyanî bidin çapemeniyê.    Lê belê beriya daxuyaniyê polîsan derdora parkê dorpêç kirin û bi bariyeran girtin û destûra siyasetmedar û xelkê nehat dayîn daxuyanî bidin.    JI 3 MILAN VE MEŞ LI DAR XISTIN    Li gel ku siyasetmedaran bi polîsan re hevdîtin kirin jî dîsa destûra wan nehat dayîn. Li ser vê yekê siyasetmedar û welatî bi 3 milan ve ber bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê ve meş li dar xistin. Di meşan de girseyê dirûşmên "Bimre xiyanet”, “Bijî berxedana zindana", "PKK gel e, gel li vir e” û "Bijî Serok Apo" berz kirin.    Tevî hişyariyên mudaxilekirinê yên polîsan jî girseyê bi biryarî meşa xwe berdewam kirin û girseyê bi berzkirina dirûşmeyan daxwaz û dengê xwe bi ser anonsên polîsan xistin.    POLÎSAN LI SIYASETMEDAR Û WELATIYAN DA    Bi sedan polîsên ku nikaribûn meşê asteng bikin piştî demekê ji TOMA’yan ava şid, gaza îstoê û jopan mudaxileyî girseyê kirin. Polîsan li siyasetmedar û welatiyan da û xwestin girseyê belav bikin lê belê li gel vê yekê jî girse hêrsa xwe nîşan da.    GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN    Di kêliya mudaxileyê de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de nêzî 20 kesan hatin binçavkirin û wan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.    POLÎSAN HEQARET LI XELKÊ KIR    Welatiyan bi hers dirûşm berz kirin û mudaxileya hişk a polîsan protesto kirin. Di wê kêliyê de polîsan heqaret li derdorê kirin.    Tevî mudaxileyê jî girse gihîşt ber avahiya HDP’ê. Li vê derê li gel dorpêça polîsan jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî da û destnîşan kir ku 5 roj ew li Êlihê di çarçoveya xebata yekîtiya neteweyî ya kurd de bi xelkê û esnafan re hatine gel hev.    'LI DIJÎ DAXWAZA YEKÎTIYA NETEWEYÎ OHAL RAGIHANDIN’    Ozturk anî ziman ku di dema xebatê de ew ji aliyê xelkê ve bi coş hatine pêşwazîkirin û îro ev coş derketiye lûtkeyê û wiha got: “Yên ku tehamulî daxwaza gel a yekîtiya neteweyî nekirin îro li Êlihê adeta OHAL’ê ragihandin.” Ozturk destnîşan kir ku polîsan îro adeta her deverê Êlihê girtine û destûr nedane daxuyaniya wan.    Ozturk anî ziman ku ew ji ber helwest û berxwedana gelê Êlihê daye nîşandan wan pîroz dikin û dê her xebatên wan bidomin.    Piştî axartina Ozturk girse bi berzkirina dirûşm û lêdana çepikan belav bû.