ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin 2021-01-29 15:29:46 STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya  Stenbolê rapora rewşa penaberan a sala 2020'an aşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku 658 mafên penaberan hatine binpêkirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, rapora 2020'an a der barê rewşa penaberan de aşkere kir. ÎHD'ê rapor li avahiya komeleyê aşkere kir. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberên komeleyê amade bûn. Yolerî rapor xwend û anî ziman ku li cîhanê nijadperestî, tundî, xizanî zêde dibe û bi vê yekê de tundiya li dijî penaberan jî zêde dibe. Yolerî, da zanîn ku ji ber dewlet çareseriyê pêş naxe binpêkirina mafan zêde dibe. Li Tirkiyeyê heta 13'ê Çileya 2021'an bi giştî 3 milyon û 645 hezar û 557 penaberên Sûriyeyî yên hatine qeydkirin û divê bên parastin hene. "    Yolerî da zanîn ku penaberên mafê statuyê girtine jî serî li wan didin û diyar dikin ku mafê wan tê binpêkirin û wiha got: "Penaber naxwazin serî li rayedarên edlî bidin. Ditirsin ku rayedar wan dersînor bikin. Ji ber vê tirsê gelek mafên wan ên tên binpêkirin aşkere nakin û ev yek nakeve qeydan. Li gorî yên hatin tespîtkirin, tundiya li dijî jinê, îstîsmara zayendî, binpêkirina mafên zarokan heye. Keda wan tê xwarin. Bi cudakarî û nehiqayan re rû bi rû dimînin. Mafê wan ê ragihandinê tê astengkirin û biçûk tên dîtin."    Yolerî, da zanîn ku ji ber daxuyaniyên aktorên siyasî bi helwesta nifrîn û cudakariyê re rû bi ru diminin û wiha axivî: "Li gel vê astengiyê jî dîsa bi wêrekî tev digerin û tên serî li me didin. Ev nîşan dide ku binpêkirina mafên penaberan gelek zêde ye.    658 MAF HATIN BINPÊKIRIN   Yolerî destnîşan kir ku li gorî serlêdanê di salekê de 658 maf hatine binpêkirin û wiha got: “16 kes nehet hatine binçavkirin. 2 kes mafê wan ê darizandina bi edalet ji destê wan hatiye girtin. 18 kes bi îşkenceyê re ru bi rû mane. 6 kes ji aliyê esker û polîsan ve hatine kuştin. 62 kes di rêwîtiya penaberiyê de mirin. 7 kes di êrîşên nifrînê de hatin kuştin. 101 kes di cînayetên kar de mirin. 22 kes di êrîşên nifrînê de birîndar bûn. 77 kesan xwest bên parastin. 19 kesan xwest li Tirkiyeyê bên parastin. 16 kes paşve şandin. 209 kes mafên wan ên seyasetê ji destê wan hat girtin. 4 kes bi îstîsmarê re rû bi rû man.   12 penaber hatin binçavkirin."    PÊŞNIYAR     Yollerî ji bo parastina mafên penaberan ev pêşniyar kir: "Divê mafê penaberan bê naskirin û qebûlkirin. Divê medya dest ji zimanê cudakarî û nifrînê berde. Divê kesên êrîş û sûcê nifrînê dikin bên cezakirin. Divê fikara peymana Cenevre ya 1951'an a erdnîgariyê bê rakirin.  Divê peymana veşikînê ya di navbera Tirkiye û YE'ê de paşve  bê kişandin. Divê qaçaxvaniya mirovan a sînor bê astengkirin. Divê ewlehî û daxwaza penaberan li ber çavan bê girtin û qebûlkirin. Divê êrîş, tundî û îstîsmara li dijî zarok û jinên penaber bi dawî bibe û tedbîr bên girtin. Divê rewşa nijad û ziman jî esas bê girtin û mafê wan ê edaletê bê parastin."