Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir 2021-01-29 11:53:41   AMED - Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê ya HDP’ê Mehmet Akdogan ê ji peywirê hatibû girtin, di doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” lê hatibû vekirin de, beraet kir.    Danişîna endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Akdogan ê ji peywirê hatibû girtin hat dîtin. Akdogan, bi hinceta beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûye û îfadeyên şahidên nepen, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîn li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Akdogan beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî Resûl Tamûr di danişînê de amade bû.    Şandeya dadgehê, di dawiya danişînê de, Akdogan sûc nekiriye, biryara beraetê ji bo wî da.