Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin 2021-01-29 11:33:07 SÊRT - Tulîn Çelepkolû, diyar kir ku 8 sal in nikare biçe hevdîtina lawê xwe Abdulah Çelepkolû yê cara duyêmîne dikeve çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Divê em li her derê li dijî zilmê derkevin. Em dikarin bi xwedî derketina çalakiyên greva birçîbûnê vê zilmê têk bibin.”      Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja 64’emîn de berdewam dike. Abdulah Çelepkolû yê ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmaya Balikesirê dimîne, pirsgirêkên ku dijîn û rewşa çalakiya greva birçîbûnê ya dawî, bi telefonê ji malbata xwe re ragihand. Çelepkolû, bal kişand ser zextên li girtîgehan û got, ji roja destpêka çalakiya grevê heta niha zêxtên li girtîgehan zêdetir bûne. Dayika Çelepkolû, Tulîn Çelepkolû ya 70’î salî, diyar kir ku kurê wê bi îdeayên bêbingeh hatiye girtin û anî ziman ku girtinên bêhiqûqî li girtîgehan veguherîne pêkanînên îşkenceyê.   LI DIJÎ ŞEWBÊ BERGIRÎ NÎNE   Çelepkolû, da zanîn ku kurê wê 10 sal in girtiye û wiha axivî: "8 sal in nikarim biçim hevdîtina wî. 10 salin kurê min girtiye. 4 zarokên wî hene. Ji xwe hevdîtinên girtî û vekirî demekî dirêje nînin. 8 sal in nikarin kurê xwe bibînim. Tenê dikarim bi telefonê dengê wî bibihîsim. Hem ji ber nexweşiya xwe hem jî ji ber ku cihê lê girtî ye dûr e nikarim biçim hevdîtina wî."    Çelepkolû, destnîşan kir ku ji girtiyan heqê av û ceyranê zêde digirin û wiha got: “Pirsgirêka xwarin, ne dayîna pirtûk, rojname û ragihandinê didomin. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Her tim pere lazim dibe. Rayedarên girtîgehê hema bêje hertiştî bi pereyan difiroşin. Qeyrana heyî, li girtîgehan veguherandine fersendê. Bergiriyên şewbê nayên girtin. Bi her awayî zextan li girtiyan dikin.”   HESTÊN TOLHILDANÊ   Çelepkolû, derbirî ku kurê wê bi neheqî di girtîgehê de tê girtin û wiha rêz kir: “Dozgerê wê demê ji me re got, ‘bi tecawiz, dizî û tiryakê werin pêşberî min, lê bi tiştekî siyasî neyên pêşberî min. Ez efû nekim.'" Çelepkolû, diyar kir ku kurê wê bi îdeanameya ku dozger bi hestên tolhildanê amade kir hat girtin û anî ziman ku esas dozger sûc kiriye, divê niha dozger di girtîgehê de bûya.   CARA DUYEMÎN DI ÇALAKIYÊ DE YE   Çelepkolû, destnîşan kir ku li dijî zextan girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û bi bîr xist ku kurê beriya niha jî, 80 rojan ketiye çalakiya greva birçîbûnê.    Dayik Tulîn Çelepkolû, da zanîn ku li derve jî li hundir jî zilm heye û wiha bi dawî kir: “Divê em li her derê li dijî vê zilmê derkevin. Em dikarin bi xwedîderketina çalakiyên greva birçîbûnê vê zilmê têk bibin. Bi fikirin, bavê 4 zarokan qurbanî neyariya dozgerekê û polîtîkayên qirêj ên rêveberiya girtîgehê hatiye kirin. Bi dehan mînakên weke vê hene. Kesên ku xwedî wijdan bin, divê ji vê yekê re dengê xwe derxînin û ji çalakiya greva birçîbûnê re bibin deng.”