Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin! 2021-01-29 09:09:11 ENQERE - Mirovên ku li taxê Yenîmahalle û Keçîorenê de di şevnişînan de dimînin, anîn ziman ku ji ber ku avahiyên li derdorê bi hinceta "dibin sedema bergehek nexweş" giliyê wan kirine, tê xwestin ku avahiyên wan bên xerakirin. Welatiyan destnîşan kir ku şaredarî jî hew alîkariya wan dike û pirsîn: "Ma pereyê me hebûna, em ê li vê derê bimana?"    Li Taxa Ergazî ya navçeya Yenîmahalle û li Taxa Yukseltepe ya navçeya Keçîorenê ya Enqereyê, tê xwestin ku şevnişîn bên xerakirin. Welatiyên di şevnişînan de dimînin anîn ziman ku ji ber ku avahiyên li derdorê bi hinceta "dibin sedema bergehek nexweş" giliyê wan kirine, tê xwestin ku avahiyên wan bên xerakirin û pirsîn: "Ma pereyê me hebûna, em ê li vê derê bimana?" Her wiha welatiyan diyar kir ku piştî giliyê şaredarî jî hew xizmeta wan dike. Welatiyan bilêv kir ku Şaredariya Keçîorenê heya biharê muhlet daye wn ku şevnişînan vala bikin.    Nûray Guneş got: "Berê mirov ji bo xwe ji hewaya qirêjî ya Enqereyê xelas bikin dihatin Yukseltepeyê. Lê niha jî kesên di avahiyan de dijîn, bi hinceta ku şevnişîn bergeha derdorê xera dikin û derdorê qirêjî dikin giliyê wan dikin."    ŞAREDARÎ ÇOPAN BERHEV NAKE    Guneş, anî ziman ku şaredarî tim ji bo xerakirina avahiyan gefê li wan dixwe û got: "Şaredarî, çopên me berhev nake. Lê çopên avahiyan berhev dike. Em di şevnişînan de dimînin, ma qey em ne mirov in? Em bi meaşê teqawidbûyînê debara xwe dikin. Her tişt biha bûye, lê 3 qurş, 5 qurîşan li meaşê me zêde dikin. Tên dibin derkevin. Berê min mehê carekê ava kincan dikirî, lê niha ji ber pandemiyê ancax du mehan carekê dikirim. Li dijî şewbê paqijî tenê têr nake, divê mirov zikê xwe jî baş têr bike. Lê gava em amûrên paqijiyê dikirin em nikarin xwarinê bikirin. Gava em xwarinê dikirin em nikarin amûrên paqijiyê bikirin. Ma pereyê me hebûna em ê li van deran bimana? Ma em ê bi vî awayî bijiyana?"    ‘EM Ê ÇI BIXWIN Û ÇI VEXWIN?'    Fatma û Mehmet Aslan ê hevjînên hev jî li heman taxê ne. Malbat bi êzingên ku li înşeatan berhev dikin xwe germ dikin. Fatma û Mehmet Aslan gotin: "Êdî çopa me jî nabin. Me gilî kir. Ji me re gotin çopa xwe têxin konteynerên li nav avahiyan. Ez û hevjîna xwe mirovine extiyar in. Em nikarin xweşikî xwe tev bidin, em ê çawa çopê birjînin? Çend roj berê ji bo asfaltê hatin. 10-20 metre dûrî me asfalt kirin. Me ji wan re got rêya me jî rast bikin, lê guh li me nekirin. Lê wexta mesele dibe fatûre û bac, ferq nake. Lê çima ji bo vê cihêkariyê dikin? Kesên di van avahiyan de dijîn nizanin bê em çi dikişînin. Lê radibin giliyê me dikin. Şaredarî jî dibêje derkevin ji vir. Meaşê min hezar û 600 lîre ye. Kirêya herî erzan bi hezar û 500 lîreyî ye. Îja em ê çi bixwin û çi vexwin?"    ‘XEW LI ME HERIMANDINE'    Çavûş Şafak jî 70 salî ye û 29 sal in li Ergaziyê bi tena serê xwe di şevnişînekê de dijî. Meaşê wî yê mehane 700 lîre ye. Berê hemaltî kiriye, lê belê niha nikare bike.    Şafak, diyar kir ku êdî nikare heqê fatûreya avê jî bide û got: "Li vê derê, malbatek heye. Kaxezan berhev dike. Lê kesên di avahiyan de dijîn giliyê wan kirine. Piştî vê dixwazin şevnişînên me xera bikin. Çend caran hatin. Biryar girtin ku xera bikin. Min ji wan re got, 'Qet nebe bihêlin em vê zivistanê jî li vir bimînin.' Ji ber ku li vir dimînim komirê didin min, lê gava ev der xera bibe hew bidin. Meaşê min 700 lîre ye. Gava biçim cihekî din ez ê çi bikim? Ji ber vê bi şev xew bi çavê min nakeve. Ji ber çopan gilî dikirin, ez rabûm min bi destê xwe paqij kirin. Em mirovine di halê xwe de ne, em ji mecbûrî di vî halî de ne."