Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye! 2021-01-29 09:09:08 COLEMÊRG - Serokê AKP'ê yê Colemêrgê Emrûllah Gur ku bi îdiayên bertîlstendinê bûbû rojev û paşê îstifa kiribû, dema serok bûye xizm û nasên xwe li saziyên fermî bi cih kiriye.  Me bi qeydên deng çerxa bertîlstendinê ya li Colemêrgê xistibû rojevê. Serekê vê jî Serokê AKP'ê yê Colemêrgê Emrûllah Gur bû. Gur ku tê îdiakirin di her îhaleyê de bertîl stendiye, di 26'ê Çileyê de îstifa kiribû.    Di sala 2017'an de piştî ku peywira serokatiya AKP'ê ya bajêr ji Cîgirê Sekreterê Îdareya Taybet a Bajêr Nûrettîn Firat hatibû stendin, Gur ê AKP'î bûbû serokê AKP'ê yê bajêr. Gur, di kongreya 6'emîn a heman salê de cardin bûbû namzet. Lê belê bi ser neketibû. Piştî vê Desteya Rêvebir û Biryara Navendî, kongreya di Çileya 2018'an de betal kiribû. Gurê ku di hilbijartinê de bi ser neketibû cardin bûbû serokê AKP'ê yê bajêr. Lê belê ji roja ku bûbû serokê AKP'ê yê bajêr û heya roja îstifakirinê, serokatiya wî bûbû cihê nîqaşan. Di demeke kurt de gelek xizm û nasên wî di saziyên fermî de dest bi kar kiribûn.    BIRAYÊ WÎ Û HEVJÎNA WÎ LI HEMAN CIHÎ NE    Yek ji van saziyan jî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr e. Xizmê Emrûllah Gur, Bîlal Gur li ser vê saziyê ye. Bîlal Gur, di dawiya sala 2018'an de li vê saziyê hat bicihkirin. Ji xeynî vê birayê wî Îlyas Gur Midûrê Mala Mamosteyan û Dibistana Hunerê ya Êvarî ye û hevjîna wî Sevda Gur jî li heman cihî cigirê midûr e. Xizmeta Kalorîferê ya Midûriyeta Mala Mamosteyan û Dibistana Hunerê ya Êvarî jî di destê xizmekî wî yê din de ye.    Li bajêr gelek dibistan di destê nas û xizmên Gur de ne. Hin ji van dibistanan ev in; Dibistana Leylî ya Gundê Akçaliyê, Dibistana Navîn ya Sermaye Piyasasiyê, Dibistana Navîn ya M. Lutfullah Bîlgîn a Colemêrgê û Dibistana Navîn a Cumhûriyetê ya Colemêrgê.    KOSGEB    Ji xeynî cana li gelek saziyan kesên bi paşnavê Gur hene. Midûrê KOSGEB a Bajêr jî Cîhat Gur e.    MA / Gokhan Altay