Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye 2021-01-29 09:09:05 STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ogûrlû anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşengê jiyana nû ye û got: "Kîjan îqtidar dibe bila bibe, dê nikaribe pêşî li ber jiyana nû bigire. Jiyaneke nû şax vedide, ji bo gelan."  Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zextên li ser wan û pêkhateyên wan nirxandin. Ûgûrlû, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan divê wekî tecrîda ku tenê li ser kesekî pêk tê neyê nirxandin. Ocalan, ne mirovekî ji rêzê ye û tenê ne xêtabî kurdan, xîtabî hemû kesên ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve hatine dîkekirin dike. Ûgûrlû, anî ziman ku civaka cîhanê ji du derdoran pêk tê; yek jê di dest de pere heye û dixwaze îqtidarê di dest xwe de bihêle û ya din jî kesên ji hêla îqtidarê ve tên mêtandin, yanî gelên bindest e. Ûgûrlû got: "Gava em lê mêze dikin, binavkirineke Birêz Ocalan heye; Rêya Sêyem. Ev jiyaneke nû ye ku berpêşî gelên cîhanê û çîna bindest hatiye kirin. Çi ye ev jiyan? Bêyî tehekumiya hin kesan rêveçûyenek bimutabaqatî ye. Ev rewş talûkeyek e ji bo Modernîteya Kapîtalîst. Çima? Ji lewra li vir jiyaneke nû heye."    ÇAV LI ÎMRALIYÊ NE    Ûgûrlû, bilêv kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê jiyana nû ye û sedema ku hemû şoreşgerên cîhanê berê xwe dane wir û bi baldan dişopînin jî ev e. Ûgûrlû got: "Yan na kes ji bo çav û biriyên Birêz Ocalan berê xwe neda wir. Ji ber ev qas şer, qirkirin û talankirina xwezayê mirov ji bo jiyanê berê xwe didin hin cihan. Helbet li cem vê rastiyeke berxwedêr jî heye. Ev rastî çi ye? Gel hene ku terka vê axa pîroz nekirine û ji bo jiyaneke azadîxwaz, demokratîk, jiyana jina azad û ekolojîk ava bikin hewl didin. Pêşengê vê jiyana nû jî Birêz Ocalan e. Ji ber vê jî hem li Tirkiyeyê hem jî li Îmraliyê çavê mirovan li Îmraliyê ye."    ÎQTIDAR JI RONAHIYÊ DITIRSE    Ûgûrlû, anî ziman ku car carinan deriyên Îmraliyên hatine asêkirin tên vekirin. Ûgûrlû, diyar kir ku sedema vê yekê jî ew e ku pêdiviya îqtidarê bi ronahiyê çêdibe. Ûgûrlû got: "Gava îqtidar bênefes dimîne, tevî hemû çapemeniya xwe gotinên Ocalan bi awayekî erênî xêz dike. Lê gava li ehsabê wê neyê 'terorîze' û krîmînalîze dike." Ûgûrlû ji bo vê jî îşaret bi Mutabaqata Dolmabahçeyê kir û got: "Derî hat vekirin û ew ronahî derket derve. Civakê ev ronahî dît. Lê belê îqtidara ku bi tarîtiya xwe re rû bi rû û xwe bênefes hiştiye, ji bo vê ronahî asteng bike bi awayekî plankirî êrîşê dibe ser wê ronahiyê."    GEL BEDÊLÊ DIDE    Ûgûrlû, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê îşkence ye û CPT jî hatiye Tirkiyeyê û ev yek wekî îşkenceyê binav kiriye. Ûgûrlû, anî ziman ku bedêla tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê gel dide û got: "Îqtidar û hin derdor çav berdan vê bedêlê."    Ûgûrlû, bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya Tirkiyeyê û girtîgehan belav bûye û got: "Bi ser bindestan û ên din de çûn, yanî bi ser ên ne li cem îqtidarê. Îqtidarê faşîzmê kiriye wekît ştekî ji rêzê û xirabî jî rewa kiriye. Derdorek heye, îqtidarê ew dîzayn kiriye. Lê ev derdora hatiye dîzaynkirin jî hêdî hêdî hişyar dibe. Ji bo wan bi hev de tim êrîşê dibe ser muxalefetê û dibêje, 'bine ev dijminê me ne.' Îqtidar tim dibêje gava muxalefet bibe îqtidar dê AKP'ê bigire û dê kesên ku di dema AKP'ê de dest bi kar kirine ji kar bên derxistin. Tu dibêjî qey li neynikê mêze dike û van tiştan dibêje. Bi vî awayî pêşî li ber êrîlşên li ser uxalefetê vedike. Ev muxalefet kî ye? HDK û partiyên siyasî yên pêkhateyên wê ne."    ‘MUXALEFETA RASTEQÎN EM IN'    Ûgûrlû, destnîşan kir ku lê heger gel û kedkar li dijî vê bên cem hev du û bi hev re bitêkoşin û xwe birêxistin bikin dê ji vê rewşê xelas bibin. Ûgûrlû got: "Fikrê HDK'ê li Tirkiyeyê belav dibe. Di vir de tişta divê bê dîtin ev e; 'jiyana nû' ya ku Birêz Ocalan ava kiriye pêk tê. Fikreke ku ji sala 2015'an ve dorfireh bûye û her diçe dorfirehtir dibe heye. Gava xwe digihîne girseyan beramberiyek wê çêdibe. Ev ji bo îqtidarê vediguhere gefekê. Ji lewra argumanên îqtidarê hemû qediyan. Gotin 'em mezlûm in' û hatin, lê çi zorbetî hebû kirin. Niha muxalefeta rasteqîn em in. Yanî HDK û partiyên siyasî yên pêkhateyên wê."    JIYANA NÛ ŞAX VEDIDE    Ûgûrlû, anî ziman ku dawiya îqtidara AKP'ê hatiye û got: "Li Tirkiyeyê çandeke berxwedê heye. Kesên tepisandin li wan tê ferzkirin jî dibêjin 'li ku derê dibe bila bibê em ê siyasetê bikin' û gelan ev peyam girtiye. Em ê li vê xakê her tim siyasetê bikin. Li vê axê dê jiyane nû pêk bê. Kîjan îqtidar dibe bila dê nikaribe pêşî li ber vê bigire. Jiyaneke nû şax vedide, ji bo gelan. Hêza ku vê yekê pêk bîne jî em in."    MA / Ferhat Çelîk