Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin 2021-01-29 09:09:01 RIHA - Emîne Bînîcî ku ji malbata wê 6 kes di girtîgehê de ne, bang li her kesî kir ku ji çalakiya greva birçîbûnê re bibin deng û peyama "aştî tenê bi azadbûna Ocalan pêkane" da. Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bi dorveger ku girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest pê kiriye didome. Dayika Mehmet Bînîcî yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê û Îbrahîm Bînîcî yê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê girtîne Emîne Bînîcî bang kir ku daxwazên girtiyan bicih bînin.   Bînîcî, diyar kir ku ji 10 zarokên wê 9 jê di demên cuda de hatin girtin û wiha axivî: "Du kurê min hêj di girtîgehê de ne. Esker û polîsan bê hejmar bi ser mala me de girtin. Di her serdegirtinê de jî weke malbat îşkence li me dikirin.”  Bînîcî, pêvajoya serdegirtinên mala xwe wiha vegot: “Di her serdegirtinê de deriyê me şikandin û zarokekê min binçav dikirin. Di serdegirtinekê de min qeyrana dil derbas kir. Ez 4 rojan mam lênêrîna awarte de. Dema ew roj tên bîra min cergê min dişewite. Ji ber nexweşiya xwe ez nikarim tiştên bi serê me hatine vebêjim, dilê min naragire. Girtîgehek nemaye ku ez neçûm ber deriyê wê. Îşkenceya ku li min hat kirin tu car ji bîr nakim. Ez tu car jî poşman nebûn.”    Bînîcî, anî ziman ku ji xeynî 2 zarokên wê 4 xizmên wê jî (Îsa, Mehmet, Emîn û Mahîr Bînîcî) di girtîgehê de ne û got ku ew jî niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne.   BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN   Bînîcî, destnîşan kir ku demeke dirêje bi lawê xwe Mehmet Bînîcî yê ku 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê girtiye re hevdîtin nekiriye û wiha bilêv kir: “Herî dawî em bi telefonê axivîn. Min rewşa wî jê pirsî. Ji min re got di çalakiya greva birçîbûnê de ne û heta ku tecrîd bi dawî nebe, ew ê çalakiya xwe bidomînin. Nexweşiya lawê min a astima kronîk heye. Ji bo wî bi fikar im. Di vê pêvajoya pandemiyê de jî, rîska nexweşiya wî zêde dibe. Bila daxwazên wan bên qebûlkirin.”   EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN   Dayik Emîne Bînîcî, da zanîn ku hemû girtiyên di çalakiya grevê de weke zarokên wê ne û wiha bi dawî kir: “Divê em weke dayik û gelê kurd ji girtiyan re bibin deng. Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişt lawê xwe û girtiyên din bim. Lawê min beriya niha jî 2 mehan ketibû çalakiya greva birçîbûnê. Wê demê jî min jê re got 'ez li pişt te me.' Ji bo ku ciwan nemirin û aştî pêk were, divê Ocalan azad bibe."