Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye 2021-01-29 09:08:56 AYDIN - Bavê Servet Aşîkan ê girtî Magrûf Aşîkar, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê, di hemû qadên jiyanê de tê hîskirin û got: “Divê hemû kesên baweriya xwe bi mafê mirovan, demokrasî û hiqûqê tînin, xwedî daxwazên girtiyan derkevin.”  Girtiyan, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, di 27’ê Mijdarê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Koma 13’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt. Çalakî di roja 64’emîn de dewam dike. Yek ji girtiyên tevlî çalakiya girêva birçîbûnê bû û di meha Tebaxa 2017’an de li navçeya Germencik a Aydinê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin Servet Aşikar ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê ya Îzmîrê dimîneye.    Aşikar, di hevdîtina telefonê ya di 21’ê Çileyê de, bi malbat xwe re kiribû de, diyar kir ku pêkanên keyfî yên di girtîgehê zêdebûne.   ‘PANDEMIYÊ DIKIN HINCET’    Bavê girtî Servet Aşikar Magrûf Aşikar, diyar kir ku kurê wî di hevdîtina telefonê de, gotiye ku binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha axivî: “Bi hinceta pandemiyê, zextên rêveberiya girtîgehê ya li ser girtiyan zêde bûye. Dîsa bi hinceta pandemiyê pirtûk û rojnameyan nadin girtiyan. Ji ber pandemiyê hevdîtin nayin kirin. Em tenê dikarin hevdîtina telefonê bikin. Mînak; ez ji kurê xwe re pere dişinim, lê piştî mehekê didin wî. Min di nava rojekê de 34 caran li girtîgehê geriya. Lê bi hincetên xetayên pergalî bersiva min nedan. Em kincan dişînin, dîsa piştî 2 mehan didin wî. Daxwazên girtiyan mirovî û xwezayîne. Ne tenê di girtîgehan de binpêkirinên mafan û tecrîd heye. Di heman demê de ev tecrîd li tevahiya qadên jiyanê belav bûye. Divê em barê li ser milê girtiyan kêm bikin. Divê hemû kesên baweriya xwe bi mafê mirovan, demokrasî û hiqûqê tînin, xwedî daxwazên girtiyan derkevin. Lazime ku her kes destê xwe bixe bin kevir. Çi dema ku li girtîgehan dest bi berxwedanê hat kirin, divê em jî li derve derve xwedî wê berxwedanê derkevin.”    ‘FIKARÊN ME HENE’   Aşikar, banga hestiyariyê li raya giştî kir û ev peyam da: “Divê hikumet daxwazên girtiyan bi cih bîne. Berî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin, lazime ku rayedarên dewletê guh bide daxwazên wan û bi cih bîne. Fikarên me her tim hene. Bi hezaran girtî di girtîgehan de hene. Divê em xwedî li zarokên xwe yên girtî derkevin, da ku ev têkoşîn bi mîlyonan derbas bike. Wê demê dê çalakiya girtiyan jî bigihêje armanca xwe. Pêwîste ku her kes xwedî daxwazên girtiyan derkevin.”