Malbatê cenazeyê Acar wergirt 2021-01-28 19:33:33   EDENE - Malbatê cenazeyê Huseyîn Acar wergirt. Acar, 5 meh berê di êrîşeke hewayî ya li Çiyayên Amanosê jiyana xwe ji dest dabû.    Malbatê cenazeyê Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) ê HPG'yî wergirt. Ji ber ku cenazeyê Acar perçe bûbû, malbatê nikaribû teşxîs bike, ji ber vê ji bo DNA'yê xwîn dabû. Encama DNA'yê piştî 5 mehan diyar bû û piştî encam diyar bû malbat ji bo cenaze wergire îro çû Saziya Tiba Edlî. Malbatê cenaze wergirt û dê li Goristana Gundê Yanilmazê ya navçeya Dihê ya Sêrtê bispêre axê.    Acarê HPG'yî di 18'ê Cotmeha 2020'an de li Çiyayên Amanosê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû.