Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin 2021-01-28 16:42:29   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê di navbera du malbatên ku xizmên hev bûn de ji ber lihevnekirina erd şer derket. Têkildarî şerê biçek yê erd ku 5 kes birîndar bûn, 13 kes hatin binçavkirin.   Li navçeya Qosera Mêrdînê di 26’ê çileyê de di navbera du malbatên ku xizmên hev bûn de ji ber lihevnekirina erd şerê biçek derket. Di şer de du kes bi lêqelibandina erebeyê de bi giştî 5 kes birîndar bûn. Dîmênên ku her du malbatan bi deqîqeyan gule berdane hev û şer kirine bi telefonê hatin qeydkirin. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê şer de hat destpêkirin 13 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Qoserê.   Halîl, Vedat, Şeyhdavût, Mehmet û Mahmût Kiliç li nexweşxaneyên Êlihê tên tedawîkirin. Hat zanîn ku rewşa Mehmet û Mahmût Kiliç giran e û di beşa lênêrîna awarte de tên tedawîkirin.