Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin 2021-01-28 16:06:19   AMED - Danişîna doza ku Serokê HDP’ê yê berê yê Amedê Cabar Leygara, Serokê BDP’ê yê berê yê Amedê Cafer Kan û Serokê Şaxa TUMBEL-SEN'ê ya Amedê yê berê Edîp Yaşar têde tên darizandin hat taloqkirin.   Derbarê Serokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê yê Amedê Cabar Leygara, Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) yê berê yê Amedê Cafer Kan û Serokê Şaxa TUMBEL-SEN'ê ya Amedê yê berê Edîp Yaşar de di çarçoveya lêpîrsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza ku Leygara, Kan û Yaşar têde tên darizandin li Dadgeha Amedê hat dîtin.   Leygara û parêzera wî Zulal Erdogan di danişînê de amade bûn. Kan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye û Yaşar ê negirtî tê darizandin beşdarî danişînê nebûn. Leygara îdîayên derbarê xwe de red kirin. Parêzer Zulal Erdogan jî xwest ku şahidê veşartî “Kûrtûlûş” li pêş parêzeran bê guhdarkirin. Dozger jî xwest ku kemasiyên di dosyayê de bên temamkirin.   Şandeya dadgehê, ji bo ku daxwaza parêzer Erdogan a guhdarîkirina şahidê veşartî “Kûrtûlûş” binirxîne danişînê taloqî 1’ê nîsanê kir.