Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê 2021-01-28 12:00:07   AMED – Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ku duh piştî biryara girtina wê hatibû dayîn, hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hat kirin.    Duh danişîna doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatibû dîtin û bi angaşta “endam û rêvebriya rêxistinê” biryara girtina wê hatibû dayîn û piştre di saetên êvarê de hatibû binçavkirin.    Gokkan ku ji duh êvar de li Miduriyeta Polisan a Amedê dihat girtin, sewqî edliyeyê hat kirin. Hat diyarkirin ku wê Gokkan derkeve 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê û piştî ku biryara derbarê wê de hatiye dayîn li rûyê bê xwendin dê bişînin girtîgehê.   ÎTTÎRAZA GIRTINÊ   Parêzerên Gokkan, serî li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku dadgeha ji 9’ê Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bilindtire dan û biryara girtina Gokkan îttîraz kirin. Li bendê ku dadgeh bersiva serlêdana îttîrazê bide.