Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da 2021-01-28 11:22:45   SAMSUN – Muharrem. C. di 17'ê kanûnê de Arzû Aygun a 35 salî kuşt. Heta 42 rojan agahî ji Arzû nehat girtin. Kujer Muharrem 42 roj şûnde cihê cenaze nîşanî dozgeriyê da. Piştî cenaze hat dîtin, ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Samsûnê.      Li navçeya Atakum a Samsûnê di 17'ê kanûna 2020'an de Muharrem C. jina 35 salî Arzu Aygun kuştibû. Piştî malbatê li Muharrem C., yê berê hatibû binçavkirin û berdan îxbar kir, Muharrem ê îfade da dozgeriyê û li xwe mukur hat. Muharrem aşkere kir ku Aygun bi çekê kuştiye û cihê cenazeyê nîşanî dozgerî û malbatê da. Li ser mukurhatina Muhterem C. malbatê çû cenaze li qada Gokçeagaç a Navçeya Atakum rakirin. Malbatê cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Samsunê.