Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir 2021-01-28 10:39:34   AMED - Li Navçeya Farqînê ya Amedê li ser warekî dirokî yê serdema Eyyûbîyan xanî ava kirin.    Li Taxa Gazî ya navçeya Farqînê ya Amedê di sala 2012'an de dema ji bo lêkirina xaniyekî esas kolan, berhemên dîrokî yên di serdema Eyyûbîyan ên di nava salên 1171-1250'an de derketin holê. Piştî berhemên dirokî derketin holê, welatiyekî serî li Midûriyeta Muzeyê ya Amedê da û xwest avakirina xanî bê rawestandin. Li ser ve yekê rayedarên şaredariyê avakirina xanî da rawestandin. Piştre ji bo lêkolînên arkeolojik bên kirin dest bi xebatê kirin.    Li ser vê yekê Lijneya Parastdina Hebûnên Çandî ya Amedê, tescîl kir ku berhemên herêmê berhemên bîrdarî û dîrokî ne. Li gel ku biryar dan li wê qadê xanî neyê avakirin jî dîsa li ser qada dirokî dest bi avakirina xanî kirin. Piştî dest bi avakirina xanî kirin derdor bi têlan pêçan. Nûçegîhanê me yê xwest biçe qadê wêne bikişîne jî asteng kirin.