Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn 2021-01-28 10:19:39   MÊRDÎN – Lêpirsîna duyemîn a têkildarî îşkenceya li Xelfetî ku derbarê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de hat destpêkirin bi dozvenekirinê bi encam bû.    Nûçegihanê me Ahmet Kanbal nûçeyên têkildarî îşkenceya di gulana 2019’an de li navçeya Xelfetî ya Rihayê li komek welatî hat kirin di medya civakî de parve kiribû. Derbarê Kanbal de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Cara duyem jî lêpirsîn bi dozvenekirinê bi encam bû. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” derbarê Kanbal de lêpirsîn dabû destpêkirin û lêpirsînê şandibû Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê û vê dozgeriyê di sala 2020’an de biryara “dozvenekirinê” dabû.    Li ser vê yekê cara duyem derarê Kanbal de lêpirsîn hatibû birêvebirin û ev lêpirsîn jî bi dozvenekirinê encam da.