Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e 2021-01-28 10:15:27 STENBOL – Prof. Dr. Fuat Keyman, diyar kir ku Serokê DYA'yê Jeo Biden têkildarî fuzeyên S400 ên ku Tirkiye ji Rûsya kirîne dê zorê li Erdogan bike ku biryarek zelal bide. Keyman, anî ziman ku ji ber têkiliyên Trump-Erdogan tekasesî bûn, dê karê Tirkiye û Erdogan bi Biden re zor û zahmet be.    Serokê DYA'yê nû Jeo Bîden ku di hilbijartina 3'ê Mijdarê de qezenç kir, di 20'ê Çile de erka xwe bi awayekî fermî ji Serokdewletê DYA yê berê Trump girt û bi awayekî fermî dest bi kar kir. 46’emîn Serokdewletê DYA Joe Biden piştî hat ser kar, niqaşên dê polîtîkayên DYA li dijî Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çawa bibin dest pê kir.    Dîrektorê Navenda Polîtikayên Stenbolê Prof. Dr. Fuat Keyman, der barê polîtêkayên DYA yên li dijî Rojhilata Navîn, Tirkiye Sûriye, Iraq, Îran û Kurdan de nirxandin kir. Keyman, bal kişand ser kesên tayînî Wezareta Derve ya DYA, Koordînatoriya Efriqa Bakur û Rojhilata Navîn û CIA’yê kir û got: "Di rêveberiya nû ya DYA de pêvajoyek dijwar li pêş Tirkiyeyê ye. Dêveberiya Biden dê di 100 rojên ewil de li ser demokrasiya navxweyî ya DYA raweste. Dê DYA ji şopo Trump û Trumpizmê rizgar bike û saziyan ji nûve bi hêz bike. Biden di qada derve û hundir de di biryarnameyên Serokatiyê de bi gavên lezgin dest bi kar kir."    DÊ TÊKILIYEN TEKAKESÎ BI DAWÎ BIBIN   Keymen, anî ziman ku heta niha têkiliyên Erdogan û Trump li ser tekakesî pêş diket û wiha got: "Bîden hem di têkiliyên derve de û hem jî di têkiliyên demokratîkbûnê de dê giringiyê bide Tirkiye. Ji bo hikûmeta Erdogan dê li gorî serdema Trump ev serdema Bîdem bibe sedemek zor û zahmet. Ji ber ku heta niha 4 sal in Têkiliyên Tirkiye û DYA li ser têkiliyên Erdogan-Trump  ên tekasî pêş diket. Tu qîmeta fikrên wezaret û rêxistinan tune bû. Li ser têkiliyên ku kesan ên telefonê pêş diket. Lê ji niha  û şûnde ev yek dê tune be. Ji niha û şûnde Biden tê li ser têkiliyên Wezareta Karên Derve, eskerî, ewlehî û rêxistinên fikrê diplomasiyê pêş bixe."     'DÊ ZORÊ LI TIRKIYE BIKE'     Keyman, destnîşan kir ku DYA dê ji niha û şûnde di aliyê dîplomasiyê de zorê li Tirkiye bike û wiha berdewam kir: "Em ê li hemberî vê polîtîkaya DYA helwesta Tirkiye bibînin. Antony Blinken tayînî Wezareta Karên Derve, Brett McGurk tayînî Koordînatoriya Efrîka Bakur û Rojhilata Navîn, William Burns jî tayînî CIA'yê kir. Ev girîng e. Dema em li nav û bîrdoziya van kesan dinerin, em dibînin ku wê zorê li Tirkiyeyê bike ku di têkiliyên DYA, Yekîtiya Ewropa  û NATO de tercîhekê bike. Dê têkildarî têkiliyê Rûsya de zorê li Tirkiyeyê bike.    DI MIJARA S400'AN DE DÊ DANEKIRINÊN NÛ PÊŞ BIXE    Keyman, bibîr xist ku Bîden li gorî Trump dê zorê li Tirkiye bike ku di navbera S400 û F35’an de bijartinekê bike û wiha got: "Eger Tirkiye F-35'an tercîh neke, DYA dê venekirinên nû têxe meriyetê. Divê Tirkiye di mijara S400'an de bersivek zelal bide DYA û NATO. Divê Tirkiye di navbera milê Rûsya û milê DYA, NATO û YE'ê de biryarekê bide. Ji ber vê yekê di mijara Rojhilata Navîn, Surîye, Iraq û pirsgirêka Kurdan de di sala 2021'an de dê li Tirkiye guhertinên nû pêş bikevin. Dibe ku wekî berê zêde li ser çareseriya çekdarî ranewestin. Dibe ku bêtir çareseriya siyasî û muzakereyan derkevin pêş. Em ê vê yekê temaşe .bikin. Ji ber vê yekê sedsala 2021’an ne tenê ji bo têkiliyên Tirkiye, Sûriye, Irak û DYA, di heman demê de dê ji bo pêşeroja pirsgirêka Kurdan jî bibe pêvajoyek nû. Em ê vê yekê bibînin.  Rêveberiya Biden dê zêdetir demokrasiyê derxe pêş. Dîsa dê rêxistinên fikrê derxe pêş. Ji ber vê yekê pêvajo dê bêtir li ser muzakereyên siyasî pêş bikeve."    MA / Îdrîs Sayilgan