Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin 2021-01-28 09:10:27 YALOVA - Malbatên elewî ku li Yalovayê malên wan hatibûn nîşankirin, bi fikar in. Pîrê elewiyan Fîkret Demîr, têkildarî nîşankirinan ev tişt got: "Dixwazin vî welatî ber bi salên 80-90'î ve bibin."    Li Kuçeya Lokmanyê ya Taxa Baglarbaşi ya Yalovayê, di 25'ê Çileyê de 5 xaniyên elewiyan hatibûn nîşankirin. Serdozgeriya Komarê ya Yalovayê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku lêpirsîn hatiye destpêkirin.   PROVAKASYON   Hasan Ardûç ku xaniyê wî hatiye nîşankirin, anî ziman ku fikarên wan hene. Ardûç got: "Heger civak bê kişkişkirin dê bûyerên tirsnak çêbibin. Tu meseleyek me bi kesî re tune ye. Kesên vî tiştî dikin dixwazin provakasyonê bikin. Lê bawer nakim dê kes berbayî wan bikeve. Ji ber ku dizanin em nayên parastin wisa hedef dgirin. Li taxên jorê deverên qelebalixtir hene. Heger biçin wir, dê rewş cuda be."    ‘ZIRARA ME NEGIHAYE KESÎ'    Pîrê elewiyan Alî Îhsan Gultekîn jî anî ziman ku cara ewil e leqayî tiştekî werê hatine û ji ber vê fikar bi wan re çêbûne. Gultekîn, diyar kir ku piştî pê hesiyane li ser xaniyên wan nivîs hatine nivîsandin haya qereqolê pêxitine. Gultekîn, bilêv kir ku ji bo vê îfadeyaa wan hatiye girtin û got: "Tu zirara me negihaye kesî."    SALÊN 90'Π   Serokê Weqfa Çandê ya Haci bektaş Velî ya Yalovayê Fîkret Demîr, anî ziman ku 5 xanî bi zanebûnî hatine nîşankirin. Demîr, diyar kir ku ji ber vê mirov qilqilîne û xwest kesên ev tişt kirine bên dîtin û cezakirin. Demîr, destnîşan kir ku gilî kirine û got: "Ev rewş em êşandin. Piştî bûyerê gelek rêxistinên civaka sivîl û komeleyên elewiyan peyamên piştgiriyê şandin. civaka elewî, unsûra sereke ya vî welatî ye. Bi vî awayî dixwazin vî welatî ber bi salên 80-90'î ve bibin."    Demîr, bibîr xist ku ji dema osmaniyan heya niha elewî bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû mane û her tim tahde li wan tê kirin.    DI 30 SALÎ DE 27 CARAN    Demîr, anî ziman ku ji ber nasnameya elewîtiyê welatî tên teşhîrkirin û dadgeh kesên ku vî tiştî dikin ceza nake. Demîr got: "Di 30 salî de 27 caran xaniyên wan hatine îşaretkirin. Lê me qet nebihîstiye ku ceza li kesekî birîne."    Demîr, sêwaz, Mereş û Çorûmê bi bîr xist û got: "Kes nehat cezakirin. Hê jî birînên me wekî berê ne. Ji bo vê jî bawer nakim kes bê cezakirin. Lê hêvîdar im ez diaxifilim."    Demîr ku got "Em xwişk û biratiya gelan diparêzin" got: "Di vê serdema modern de cihêkariyên bi vî rengî me diêşîne. Ez ji hemû candaran re dibêjim; 'werin em bi yek bin.' Em li dijî vê cihêkariyê helwesta xwe nîşan bidin."    MA / Kadîr Guney