ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-28 09:00:02 * Pîrê elewiyan Fîkret Demîr, anî ziman ku di 30 salî de 27 caran xaniyên wan hatine nîşankirin, lê belê heya niha kesek jî nehatiye cezakirin.  * Aktivîsta TJA'yê Civaknas Neslîhan Şedal, anî ziman ku qalibên ku mêran berz dikin û diparêzin hatine şikênandin û got: "Ji lewra jin êdî dibêjin, na."    *  Esmîhan Abî ku 6 sal in kurê xwe Ebedîn Abî yê 25 sal in girtiye û nexweş e nedîtiye, got: "Berî bimirim dixwazim wî bibînim." Dayik Abî, xwest kurê wê bê berdan.    * Li Mêrdînê penaber A.R.'yê ji Sûriyeyê, gava ji bo belgeyên xwe diçe Midûriyeta Koçberiyê ya Mêrdînê, du kesên xwe wekî "îstixbaratê" dane naskirin sîxurtî lê ferz kirine. Gefa ku dê wî dersînor bikin lê xwarine. A.R. giliyê van kesan kir.    * Aktivîstên jin ku nerazîbûna xwe ya li dijî biryara girtinê ya Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan anîn ziman, diyar kirin ku tu hikmê vê biryarê tune ye û têkoşîna dê dewam bike.    * Endama EŞÎK'ê Gokçîçek Ayata, diyar kir ku kuştina jinan veguheriye tiştekî sîstematîk û xwest Meclîs demildest li hev kom bibe û li dijî kuştinan nexşerêyekê çêbike û tevdîran bigire.    * Sevîm Bîçîcî bi darê zorê di 14 saliya xwe de hat zewicandin. Di 15 saliya xwe de bû dayik. 19 salan tahde lê hat kirin. Piştî ku têkoşîna jinan nas kir, dev ji hevjînê xwe berda û li dijî tahdeyê serî rakir. Piştî dev ji hevjînê xwe berda bû aktivîsta têkoşîna jinan. Bîçîcî got: "Ji çîroka jiyana xwe dizanim. Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e."    * Parêzer Çîgdem Kozan anî ziman ku di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye, lê belê gava mesele jin be pêk nayê û got: "Di vê pergalê de, mêrekî ku jinekê bikuje, ji jineke ku li dijî tecawizê xwe diparêze meqbûltir e."    * Aktivîstên TJA'yê der barê xebatên kampanyeya "Em xwe diparêzin" de axivîn û gotin: "Em ê di meha Sibatê de, balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê xwe parastinê yê jinan."   * Danişîna doza derbarê Engîn Yucel ê zirbavê Zaynal Abarakov ê wek gumanbarê doza Gulîstan Dokû tê zanîn dê li Dadgeha Cezayê Asliyê ya Dersimê were lidarxistin. (09.30)   * Şandeya KCD, TJA, DBP û HDP'ê ya li Êlihê xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd birêve dibe dê biçe serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER'ê û pişt re jî serdana esnafên bajêr bike. (11.00-13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Dersimê dê têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê li ber avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Tevgera Jinên Azad (TJA) dê li Wan, Colemêrg, Şirnex, Amed û gelek deverên din binçavkirina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan protesto bike. (10.00-13.00)   * Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet di meha 109'emîn a Komkujiya Roboskî de dê bi daxwaza "Edaletê" li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)