DÎSK'ê HDP ziyaret kir 2021-01-27 15:34:43 ENQERE - DÎSK'ê li meclîsê HDP ziyaret kir û xwest hemû heqê herî kêm li dervê bacê bên hiştin û piştgiriya pîrîma SGK'ê ya karkeran bidin wan. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî anî ziman ku ew li meclîsê amade ne ku li gel hemû partiyan ji bo vê yekê bixebitin.    Heyeta DÎSK'ê ku di navde Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu jî hebû, li meclîsê Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) ziyaret kir. Heyeta DÎSK'ê li meclîsê ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar ve hatin pêşwazîkirin. Ewil Buldan diyar kir ku bi ziyareta DÎSK'ê pir kêfxweş in. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî anî ziman ku ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin hatine Enqereyê û wiha got: "Armanca me ya sereke ewe ku em em pirsgirêkên karker û kedkaran bînin ziman. Dîsa em dixwazin qeyrana aboriyê ku piştî şewbê pêş ketiye bînin ziman. Çerkezoglu, anî ziman ku îqtîdarê polîtîkayên ku karker, kedkar û gel biparêzin nexistin meriyetê û wiha got: "Em niha bi wêneyekî pir xerab re rû bi rû ne. Betalî, bi taybetî pêşeroja jin û ciwanan tehdit dike. Li welat xizaniyek pir zêde heye. Her çend derxistina kar hatibe qedexekirin jî derxistina ji kar didome. Bi hinceta "Kod 29" dîsa karker ji kar tên derxistin. Heqê herî kêm 2 hezar û 825 rewa hat dîtin. Divê hemû kesên bi heqê herî kêm kar dikin û hemû kesên bi heq kar dikin baj ji wan neyê stendin. Ji bo vê yekê em bang li partiyên komê wan di meclîsê de hene dikin ku erka xwe pêk bînin. Em dixwazin piştgiriya pîrîma SGK'ê bidin karkeran."    'ÇAVKANÎ HENE, LÊ LI QESRÊ Û ŞERT TÊN QERÇKIRIN'    Sancar, jî anî ziman ku heqê herî kêm di sînorê birçîbûnê de ye û wiha got: “Xizaniyek pir zêde heye. Ji bo kesên dixebitin heqê herî kêm ne 2 hezar û 825 tl ye. Em dizanin ku kesên kêmtîrî vî heqî kar dikin jî hene. Ev heq, pereyê sînorê birçîbûnê ye. Ev heqê sefaletê ye. Me pêşniyar kiribû ku heqê herî kêm 4 hezar tl be. Em dizanin ku rêjeya betaliyê pir zêde ye. Em ev yek ji îqtîdarê xwest. lê gotin 'Çavkanî' tune ye. Lê em dizanin ku çavkaniyên Tirkiyeyê hene. Lê ev çavkanî wekhev li her kesî nayên parvekirin. Çavkaniyên Tirkiyeyê li qesrê û şer tên qerçkirin. Fikra me ewe ku ev îqtîdar bê guhertin. Em ê piştgiriyê bidin van daxwazên we. Îro mirov birçî ne. Mirov di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Têkoşîna li dijî vê yekê ne tenê erk û peyvira partiyên siyasî ye. Di heman demê de erka mirovî ye. Em ê li meclîsê bi hemû partiyên komê wan hene re bixebitin. Em amade ne ku ji bo vê daxwazê kar bikin."    Çerkezoglu, piştî hevditinê dosyaya ku daxwaz û pêşniyarê wê têde hene teslîmî HDP'ê kir û veqetiya.