Jina hatibû binçavkirin hat berdan 2021-01-27 14:38:23 MÊRDÎN - Gulperî Aslan ku di dema îlankirina qedexeya derketina derve ya li Çiyayê Bagokê de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Qedexeya derketina derve ya ku duh li Çiyayê Bagokê ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibû îlankirin, îro rabû. Gulperî Aslan a ku di dema îlankirina qedexeya derketina derve de li Gundê Marînê hatibû binçavkirin, piştî kirarên wê yên li Qereqola Cendermeyan a Bajêr sewqî Edliyeya Merdînê hat kirin. Piştî ku dozger îfadeya Aslan girt, bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir. Dadgehê, Aslan bi şertê kontrola edlî serbest berda.