ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne? 2021-01-27 14:30:48 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku di çar salên dawî de bûyerên windabûn û revandinê zêde bûne û pirsa “Me Guneş dît, lê Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?” pirsî.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), têkildarî bûyerên windabûn û revandinê li avahiya xwe ya Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Keça Huseyîn Galîp Kuçukozyîgît ku tê îdeakirin ji 29’ê Kanûna 2020’an û vir ve windaye Nûrsena Kuçukozyîgît, meta Gokhan Guneş ê ku li navçeya Başakşehîr a Stenbolê hatibû revandin û 5 rojan desteserkirî mabû, pişt re hatibû berdan, Zubeyde Guneş, rayedarên ÎHD’ê û Înîsiyatîfa Heqbeşdarî civînê bûn.   Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan axivî û diyar kir ku bi darê zorê windakirin li dijî mirovatiyê sûce. Turkdogan, anî ziman ku di çar salên dawî de bûyerên windakirin û revandinê zêde bûne û wiha got: "Em weke ÎHD'ê bi malbatan re li dijî vê yekê têdikoşin. Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê yên ku têkoşîna xwe bênavber didomînin ji civakê re dibin hêz.”   Turkdogan, bi bîr xist ku di sala 2019’an de Salîm Zeybek, Gokhan Turkmen, Erkan Irmak, Yasîn Ûgan, Ozgur Kaya û Mustafa Yilmaz bi darê zorê hatin revandin û 7 mehan desteserkirî man û wiha bilêv kir: “Piştî ku ev kes hatin dîtin, ligel hemû hewldan û serlêdanan têkildarî Yûsûf Bilge Tûnç ku tê îdeakirin di 6’ê Tebaxa 2020’an bi darê zorê hatiye revandin, hêj tu agahî nehatiye girtin.”   Turkdogan, da zanîn ku îşkenceyeke zêde li Gokhan Guneş ê bi darê zorê hatibû revandin û 5 rojan desteserkirî mabû, hatibû kirin û wiha pê de çû: “Ji xwe re dibêjin ‘kesên nayên dîtin.’ Em bi pêkanînên weke JÎTEM’ê re rûbirû ne. Ez dixwazim bang li kesên nayên dîtin bikim, hûn tên dîtin û dikevin ber dîmenkêşan. Li vî welatî mirov çawa tên revandin? Wezîrê Karên Hûndir ji vê yekê re çawa bêdeng dimîne? Hûn nikarin bêdeng bimînin.”   ‘KONTROLKIRINA LI SER KAXIZÊ’   Turkdogan, bang kir ku Yûsûf Bîlge Tûnç û Huseyîn Galîp Kuçukozyîgît demildest bên berdan û wiha bi dawî kir: “Me Guneş dît, gelo Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne? Kesên ku îşkence li Guneş kirin darizînin. Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê nikare bêdeng bimîne û divê van bûyerên lêkolîn bike. Dest ji kontrolkirinên li ser kaxizan berdin. Îşkenceya li mirovan tê kirin asteng bikin, ev peywîra we ye.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Keça Huseyîn Galîp Kuçukozyîgît, Nûrsena Kuçukozyîgît jî, diyar kir ku di 29’ê Kanûna 2020’an de, bi bavê xwe re axivî û wiha got: “Bavê min di axaftina xwe de got ku ji bo ku em bi hevre sersalê derbas bikin dê were Kocaeliyê, lê nehat. Ji wê rojê û vir ve em bi tu awayî nagihiştinê. Me di 31’ê Kanûnê de serî li Qereqola Bekîrpaşaya Kocaeliyê jî da. Di heman demê de me serî li CÎMER’ê jî da. Em li ser medya civakî dixwazin zextê li rayedaran bikin. Divê herkes bi hestiyar alîkariya me bike.”   TÊKOŞÎN WÊ BIDOME   Meta Gokhan Guneş, Zubeyde Guneş jî, da zanîn ku delîlên revandina Guneş hêj ji holê nehatine rakirin, wan komkirin û desnîşan kir ku wê têkoşîna wan a hiqûqê dewam bike.