Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin 2021-01-27 13:21:19   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê bi armanca li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan xwedî derkeve û tecrîdê şermezar bike daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar di çalakiyê de bal kişand ser tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin dengê aştiyê qut bikin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Mêrdînê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û li çalakiya greva birçûbûnê xwedî derkevin, li pêş avahiya xwe daxuyanî dan. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em Tecrîdê bişkînin Faşîzmê Hilweşînin” vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” berz kirin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya  Mêrdînê Salîh Kuday daxuyanî da û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê 62 rojin didome. Her roj li girtîgehan mafên girtiyan tên binêkirin. Daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê daxwazên me ne. Em dixwazin daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe."    'EM MUXATABAN NABÎNIN'   Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek girtîgeh hene û wiha got: "Ev nîşan dide ku bê hiqûqî û binpêkirina mafan zêde ye. Binpêkirina mafan a li girtîgehan bi tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye. Girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Lê îqtîdar li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng e. Tu eleqeya Wezareta Dadê bi datê tune ye. Em niha muxataban nabînin. Divê hikûmeta AKP'ê bersîvê bide daxwazên me û girtiyan. Divê îqtîdar guh bide daxwazên girtiyan. Ji bo li Tirkiyeyê aramî û aştî pêş bikeve divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe. Lê aliyên şer masa çareseriyê xera kirin. Ji ber ku dixwazin ranta şer bixwin. Îqtîdara AKP-MHP'ê xwest bi rêya şer siyasetê bike û xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê mafê Birêz Ocalan ên hiqûqî û zagonî ji destên wî girtin. Dixwazin di aliyê hiqûqî û siyasî de destê Ocalan girê bidin. Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin. Ev îqtîdar her tiştê xwe li ser şer ava dike. Em ê bêtir dengê girtiyan bidin bihîstin. Divê îqtîdara AKP'ê van daxwazan bibersivîne û gavan bavêje."    Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.