Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn 2021-01-27 12:51:20 AMED – Derbarê Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan de bi angaşta “endamtî û rêveberiya rêxistinê” biryara girtinê hat dayîn.    Danişîna doza ku bi angaşta “endamtî û rêveberiya rêxistinê” li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danîşîna Ayşe Gokkan tevlî nebû parêzerê wê Nevzat Karaaslan tevlî bû. Parêzerê Karaslan li dijî mutalaaya ku hat dayîn parastin kir û diyar kir ku daxuyaniyên şahidên nepen qebûl nake û daxwaz kir ku di danişîneke din de muwekîla wî bê guhdarkirin.    BIRYARA GIRTINÊ    Piştî navberdayîneke kurt heyeta dadgehê, bi hinceta ku Gokkan nehatiye danişînê û ji parastinê reviyaye û delîlên şênber li ser wê hene biryara girtina Gokkan da.