Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da 2021-01-27 10:26:55   ÊLIH – Dozgeriya Êlihê derbarê lêpirsîna rojnamevan Îdrîs Yayla yê nûçeya Îpek Er a bi destdirêjiya Mûsa Orhan re rûbirû mabû çêkiribû biryara neşopandinê da.    Li navçeya Qubînê ya Êlihê çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjî Îpek Er kiribû. Piştî vê destdirêjiyê Er dawî li jiyana xwe anîbû. Xwediyê îmtiyazê yê malpera Jiyan Haber a li Êlihê Îdrîs Yayla nûçe derbarê vê destdirêjiyê de çêkiribûn. Ji ber van nûçeyan derbarê Yayla de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê lêpirsîna li Yayla hatibû destpêkirin biryara neşopandinê da.    'LÊPIRSÎNÊ KIRIN PARA ME Û KIRYAR JÎ HAT BERDAN’    Îdrîs Yayla diyar kir ku ji ber nûçeyan lêpirsîn derbarê wî de hatibû destpêkirin û got: “Ji bo van nûçeyên hewce dikirin divê lêpirsîn nehata destpêkirin, lê vekirin. Niha biryara neşopandinê dan. Bûyera Îpek Er bûyerek xofdar e. Tiştek bi qasî çêkirina nûçeyên vê bûyerê asayî nîne. Mixabin derbarê me de lêpirsîn hat destpêkirin û çawişê pispor jî serbest hat berdan.”    Derbarê Vedat Aker û Nûrûllah Baltaci yê Berpirsê Çapemeniya HDP’a Êlihê ku ji ber parvekirinên medya civakî lêpirsîn hatibû destpêkirin û dosyeyên wan cuda kirin jî biryara neşopandinê hat dayîn.