Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye 2021-01-27 09:11:02 ENQERE - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, destnîşan kir ku tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê "hiqûqeke taybet a ji bo kesekî" ye û li tevahiya civakê belav bûye. Dede got: "Tecrîda ku niha li Îmraliyê pêk tê, êrişa li ser dewleta hiqûqê ye."  Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, 2 meh li dû xwe hiştin.    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Umît Dede, tecrîda li Îmraliyê û "hiqûqa" pêk tê nirxand.    GERGERÎNEKA ÎMRALIYÊ    Dede, destnîşan kir ku li Îmraliyê rêgeza sereke ya hiqûqî, rêgeza wekheviyê" tê binpêkirin û ev pergala li ji bo kese an jî civatekê pêk tê, dê li tevahiya civakê belav bibe.   Dede, anî ziman ku tecrîda pêk tê, tebê girtiyên li Girava Îmraliyê an jî malbatên wan eleqedar nake û got: "Çalereşa di hiqûqê de hatiye vekirin, her diçe fireh dibe û di dawiyê de dê hiqûqê daqurtîne. Hiqûqa ku li Îmraliyêpêk tê gergerînekek e û ev gergerînek dixwaze nirx, azadî û mafên hevpar ên bi têkoşîneke bi hezaran salan hatine afirandin daqurtîne. Bêhiqûqîtiya li wir pêk tê, her diçe li tevahiya girtîgehan belav dibe. Mafên ku bi têkoşînên mezin bi dest ketine yeko yeko tên daqurtandin û ev li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên tunekirin. Hiqûqa taybet a ji bo kesekî yan jî komekê li Îmraliyê pêk tê, li civakê belav dibe û bi awayekî giştî gefan li azadiyên civakê dixwe."    ‘ÊRIŞA LI SER HIQÛQÊ'    Dede got: "Heger îdiayeke we ya wekî dewleta hiqûqê hebe, nexwe hûn nikarin parastinê binpê bikin ku rêgeza sereke ya darizandineke adil e. Ev pergala ku niha li Îmraliyê pêk tê, êrİşeke li ser hiqûqê, êrîşeke li ser dewleta hiqûqê. Bêhiqûqîtiya li Îmraliyê pêk tê, divê di çaçroveyeke hezkirin an nehezkirina ji Ocalan de neyê nirxandin. Êrîşek heye, li ser hiqûqê. 5 salên dawî ne em bi awayekî berbiçav vê gefê hîs dikin. Bi giştînameyeke walîtiyekê, qeymeqamtiyekê li bajar û navçeyan hemû azadiyên we tên qedexekirin. Di Qanûna Bingehîn de tê gotin maf û azadî tenê bi qanûnan dikarin bên sînordarkirin. Lê ev yek bi biryarnameyeke walîtiyê tê binpêkirin. Ev yek li Îmraliyê dest pê kir. Neesasgirtina mafan, bnpêkirina hiqûqê li wir dest pê kir û ji ber ku li hemberî vê bertek û nerazîbûneke xurt çênebû, li tevahiya civakê belav bû."    Dede, destnîşan kir ku ji ber ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî nerazîbûna xwe nîşan nadin, pêkanînên li Îmraliyê didomin û ji bo vê bal kişand ser biryarên DMME'yê yên di sala 2005 û 2014'an de derbarê Ocalan de.    HIŞYARÎ   Dede, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "PIştî ku binpêkirinên mafan bandor li wan û civakê dikin biryara çalakiya greva birçîbûnê girtine. Ev bi awayekî jî hişyariyeke ji bo hikûmetê. Çalakiyên bêdem û dorveger di heman demê de ji bo saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî hişyariyek e. Lewma gere hikûmet daxwazên rewa û mafdar qebûl bike. Girtî, doza mafên xwe yên bi qanûnan hatine parastin dikin. Saziyên neteweyî û navneteweyî divê ji bo vê bi ser îqtidarê de biçin. Heger ev çalakî veguhere çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger, dê di van şert û mercên pandemiyê de xetereya mirinê rû bide. Demildest divê gav bên avêtin û daxwaz bên qebûlkirin."    KOMÎSYON   Dede, diyar kir ku HDP, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bişopîne komîsyonek ava kiriye û pêwendiya wê bi Komîsyonên Şopandina Greva Birçîbûnê re heye ku ji hêla saziyên sivîl ve hatiye avakirin. Dede, destnîşan kir ku ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tevî saziyên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê û di çarçoveyeke dîplomatîk de dixebitin da ku hikûmet gavina bavêje û daxwazan qebûl bike.    MA / Berîvan Altan