Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike 2021-01-27 09:10:28 LÎBYA - Serokê Daîreya Rênîşiya Ehlaqî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Fermandar Xalid El Mehcûb, diyar kir ku Tirkiye li Lîbyayê rola aloziyê hilgirtiya û got: "Dixwaze hebûna xwe ya li Lîbyayê biparêze. Dixwaze şer bidome û bi vî awayî hebûna xwe ya li herêmê dorfireh bike."  Li Lîbyayê 10 sal in deng ji çekan nebiriyaye. Alîgirekî şer Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî ye ku Tirkiye û Qetar piştgiriya wê dikin û aliyê din jî bi pêşengiya Xelîfe Hafter Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ye. Bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 23'yê Cotmeha 2020'î de agirbest hatibû îmzekirin. Lê belê dîsa jî heya niha li Lîbyayê pêşektineke werê berbiçav rû nedaye. Her wiha car carinan alîgir daxuyaniyan didin ku dê guh nedên agirbestê.    Serokê Daîreya Rênîşiya Ehlaqî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê General Xalid El Mehcûb, derbarê rewşa Lîbyayê de bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   Mehcûb, bibîr xist ku ji bo rageşiya li Lîbyayê bê çareserkirin bi pêşengiya NY'yê hin hevdîtin hatine kirine û di dawiya van hevdîtinan de bi temsîlkirina alîgiran 5+5 Komîteyeke Eskerî ya Hevpar hatiye avakirin û dû re Peymana Cinêwê hatiye îmzekirin. Mehcûb, anî ziman ku ev yek hîn jî derbasdar e û her kes hewl dide li gor vê peymanê tevbigere. Mehcûb, destnîşan kir ku êdî dixwazin şerê li Lîbyayê biqede û bêhna welatê wan derkeve. Mehcûb, bilêv kir ku ji bo agirbesteke mayinde jî gere hêzên navneteweyî hemû bi berpirsiyarî tevbigerin.    HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DOZA ÇI DIKIN?    Mehcûb, destnîşan kir ku hin aktor hene naxwazin şer biqede û got: "DYA û Rûsya bi awayekî cuda lê mêze dikin. Bidawîbûna şer, tê wateya ku dê fabrîkeyên aydê her du hêzan li Lîbyayê bişixulin. Ev yek ji bo dewletên ewropî jî werê ye. Lîbya, gavekê ji wan dûr e. Terora li Lîbyayê tê kirin, li ber serê wan e. Her wiha daxwazên Çînê jî hene. Di vî warî de em dikarin berjewendiyên van hêzan fêm bikin."    ÊN KU AGIRBESTÊ NAXWAZIN KÎ NE?    Mehcûb, anî ziman ku kesên ne ehlê agirbesteke mayinde "çeteyan" dişînin welatê wan. Mehcûb, da zanîn ku Îhvan-î Muslîm naxwaze ji herêmê derkeve. Mehcûb, destnîşan kir ku ev kez doza şer û krîzê dikin, lê asas ê ku doza vê yekê dike jî Tirkiye ye. Mehcûb, bilêv kir ku bi her awayî dixwaze aloziya li Lîbyayê bidome û got: "Bi vî awayî dxwaze hebûna xw ebiparêe. Tirkiye bi kom û hêzên di dest xwe de hem li Misirê hem jî li herêmê dixwaze hin dewlet bi gotina wî bikin. Bi vî awayî şer didomîne û dixwaze hebûna xw eya li herêmê dorfireh bike."    Mehcûb, destnîşan kir ku divê Tirkiye rewşa li Lîbyayê baş bixwîne û got: "Ji lewra hemû gavên bêyî Lîbyayiyan bên avêtin, dê paş de vegerin. Heya ku gelê Lîbyayê destûrê nede kes nikare berjewendiyên xwe biparêze."    'ÇETE, BAZIRGABIYEKE NAVDEWLETÎ NE'    Mehcûb, bibîr xist ku komên paramîlîter ên li Lîbyayê ji Sûriyeyê hatine û got: "Me gelek jê dîl girtin. Niha girtîne Ê ku ew veguhastin vir jî Tirkiye ye. Tirkiye, pêşî wan ji Sûriyeyê anî Tirkiyeyê û dû re jî bi balafirgehê ew ji Tirkiyeyê anîn Lîbyayê. Anîna van çeteyan, li gor peymaneke bazirganî ye. Tirkiye di transferkirina wan çeteyan de pereyekî pri bi dest dixe. Pereyan ji hin hêzên navdewletî digire. Payeke biçûk dide çeteyan, da ku şer bikin. Pereyê mayî jî ji xwe re hiltîne. Tirkiye dixwaze bi vê bazirganiya çeteyan aboriya xwe ya rûxiyayî baş bike. Ji bo rewşa xwe ya aborî baş bike her tiştî dike. Her wiha bi ferasetê êrîşê dibe ser zengîniya talankirî ya Lîbyayê jî."    ‘EM JI BO PŞEROJA WELÊT ŞER DIKIN'    Mehcûb, destnîşan kir ku di çarçoveya hevdîtinên li Cinêwê de derxistina van komên pereyî nîqaş kirine û ev yek jî bi saya têkoşîna Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya Xelîfe Hafter pêk hatiye. Mehcûb, diyar kir ku bi vê têkoşînê de pşeroja Lîbyayê jî ber bi başiyê ve biçe û got: "Li welêt bîrbiriya welatperweriyê xurt dibe. Vîna hêzên navdewletî jî diyar e. Dê têkoşîna Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku Lîbyayê diparêze, rewşa welêt xweştir bike. Ev pir girîng e. Heger ev hêza eskerî şer nekirana, dê rewş pir xirabtir bûbûna. Bi saya aqilê eskerî û siyasî yê vê hêzê rewşa Lîbyayê ber bi başiyê ve diçe. Ev hêza eskerî ku lîbyayî hêzê jê digirin, di warê siyasî de serketine mezin didin der. Pêvajoya li Cinêwê bi saya vê hêzê ye."    MA / Nazim Daştan