Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan 2021-01-27 09:09:14   ÊLIH - Girtiya nexweş Kadriye Cengîz ku heya niha du caran xwîn ji mîdeya wê hatiye, teşhîsa pençeşêra pêsîran û pişikê lê hatiye danîn û du caran qeyrana dil derbas kiriye nayê berdan. Keça wê Evîn Cengîz, destnîşan kir ku ne dêya wê ya nexweş, kujer tên berdan.    Girtiya nexweş Kadriye Cengîz, 6 sal in girtiye. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal û 4 meh ceza lê hatiye birîn. Heya niha du caran xwîn ji mîdeya wê hatiye û teşxîsa pençeçêra pêsîran û pişikê lê hatiye dayîn. Her wiha du caran jî qeyrana dil derbas kiriye. Cengîz, di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê de ye û her diçe rewşa xedartir dibe.    Keça wê Evîn Cengîz, bibîr xist ku 5 mehên din dê cezayê dêya wê biqede û got: "Dêya min bi zorê di nava ciyan de dimîne. Jineke di vî halî de nayê berdan. Lê belê kujer tên berdan. Ên hatin berdan jî, gelek ji wan hîn jî mirovan dikujin."    Cengîz, bilêv kir ku ji ber erdheja di 3'yê Kanûna 2020'an de li navçeya Misirc a Sêrtê çêbûbû, dêya wê ji Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E'yê sewqî Girtîgeha Qubînê ya Êlihê kirine û ji ber ku li hemberî şewba Covîd-19'ê tevdîr nehatine girtin, dêya wê bi mirinê re rû bi rû maye.    Cengîz, diyar kir ku li girtîgehê tevdîr baş nayên girtin û her diçe li girtîgehan hejmara kesên ji ber şewbê dimirin zêde dibe. Cengîz, bilêv kir ku dêya wê di nav koma kesên rewşa wan xetere de ye, lê dîsa jî nayê berdan.    Cengîz, destnîşan kir ku her cara ku dêya wê sewqî nexweşxaneyê tê kirin 14 rojan di hucreya karantînayê de dimîne û ji ber vê rewşa wê xirabtir dibe. Cengîz got: "Bila dêya min berdin, em ê li malê lê miqate bin. Demildest divê ev neheqiya li girtiyên nexweş tê kirin bi dawî bibe.