Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike 2021-01-26 21:46:53   STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû ku di danişîna yekem de hat berdan û ji girtîgehê derket got. "Ji bo azadiya vê axê û ji bo cîhaneke hîn xweşik û wekhev, dê têkoşîna me dewam bike."    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, hat berdab. Şenoglû di danişîna yekem de hat berdan û ji girtîgehê derket. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ogrûlû, Parlementera HDP'ê Gulîstan Koçyîgît jî di nav de pêkhateyên HDK'ê li ber Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 9'an Şenoglû pêşwazî kirin.   Şenoglû gava ji girtîgehê derket axivî û got: "Cardina dîtina dost û hevrêyan cihê kêfxweşiyê ye. Lê belê dilşikestî me. Ji lewra li dû me hevrêyên me hene. Mirovên dilê wan ji bo azadî, wekhevî û edaletê lê dide hene. Ew di hundir de, em li derve ne. Ma ferq e? Na. Ji niha pê de jî ji bo azadiya vê axê û ji bo cîhaneke hîn xweşik û wekhev, dê têkoşîna me dewam bike."    Di 8'ê Îlona 2020'an de de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) operasyonek hatibû lidarxistin. Di çarçoveya vê operasyonê de Şenoglû jî di nav de 16 kes hatibûn girtin.