Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin 2021-01-26 14:42:51   WAN – Kolberên ku li sînorê Îranê di bin aşûtê de mabûn û cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve ji bin aşûtê hatibûn derxistin, hatin veşartin.    Li navçeya Elbakê ya Wanê, 5 kolberên ku di 18’ê çileyê de di bin aşûtê de mabûn û duh malbatên wan piştî 7 rojan cenazeyên wan ji bin aşûtê derxistibûn, hatin veşartin. Malbat cenazeyan kolberên bi navê Molaî Xudaî, Firat Xudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî, îro serê sibehê li gundê Koranê yê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê veşartin.