Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir 2021-01-26 13:08:50   NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê koolîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Vayne Marotto ku li Sûriyeyê peywirdar e, ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê peyameke kurdî weşand û rizgarkirina Kobanê pîroz kir.    Berdevkê koolîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Vayne Marotto ku li Sûriyeyê peywirdar e, ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê, li ser hesabê xwe yê twîtterê peyameke kurdî û îngîlîzî weşand û rizgarkirina Kobanê bi her du zimanan pîroz kir. Marotto, di peyama xwe de ev tişt got: “Ji ber ku hevkariyeke mînak a ewle û biwesf nîşan dane em kurdan pîroz dikin.”   Tevahiya peyama Marotto wiha ye: “Îro Roja Rizgarkirina Kobanê ye. Di 26’ê Çileya 2015’an de şervanên kurd, bi piştgiriya êrişên hewayî yên koolîsyonê Kobanê rizgar kirin û nîşan dan ku DAIŞ dikare bê têkbirin. Ji ber ku hevkariyeke mînak a ewle û biwesf nîşan dane em kurdan pîroz dikin.”