Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin 2021-01-26 12:48:18   STENBOL – Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.      Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serê sibehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana bi hinceta qedexeya 6 mehan hat redkirin.    Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal, piştî salan di navbera 2’ê gulan û 7’ê tebaxa 2019’an de bi Ocalan re 5 hevdîtinan kiribûn.