Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake 2021-01-26 11:06:45   ANTALYA – Dosya xwendekarê zanîngehê Îrfan Beyazit ku bi hinceta daxuyaniyên tevlî bûye 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, 2 sal in li Dadgeha Bilind tê rawestandin. Li gel serlêdana îttîrazê ya parêzeran jî hê dosya nehatiye lêkolînkirin.    Bi hinceta ku beşdarî daxuyaniyên Roboskî û Roja Kobanê ya Cîhanê bûbû, xwendekarê Zanîngeha Suleyman Demîrel Îrfan Beyazit, di sala 2016’an de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Beyazit, di 15’ê Hezîrana 2016’an de di dadgeha xwe ya yekemîn de hatibû berdan. Di 14’ê kanûna 2018’an de di danişîna biryarê ya li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Ispartayê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Beyazît hat birîn û careke din hat girtin. Beyazit zêdetirî 2 salan e li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê girtî ye û bi rêya parêzerên xwe bi daxwaza berdanê gelek caran ji bo xerakirina dosya xwe serî li Dadgeha Bilind daye, lê hê jî bersiv ji dadgehê negirtiye.    CEZAYÊ GIRAN HAT BIRîN   Parêzerê Beyazit, Hadî Cîn, diyar kir ku ji be beşdariya daxuyaniya cezayê herî giran li muwekîlê wî hatiye birîn û wiha got: “Muwekîlê min ji ber ku mafê min ê herî demokratîk bi kar aniye cezayê herî giran lê hatiye birîn. Ji sala 2018’an ve muwekîlê min bi awayekî nehiqûqî girtî ye. Mixabin cezayên bi vî rengî ji ber nêrînên wan ê siyasî li bersûcan tên birîn. Ev jî berhemeke nezikbûneke dijminane ye.”