Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin 2021-01-26 09:08:34   XARPÊT - Saadet Yavûz ku piştî erdheja Sîvrîceyê di konteynerê de dimîne, anî ziman ku rayedaran birînên wan necebirandine. Her wiha hin welatî jî ji esker û peywirdarên ku li têketin û derketinên konteyneran nobedê digirin nerazîne.    Di 24'ê Çileya 2020'an de li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê bi şideta 6.8'an çêbûbû. Di erdhejê de li Xarpêtê 37 kes, li Meletiyê 4 kes bi giştî 41 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha 263 avahî jî xera bûbûn û 7 hezar û 698 jê jî pir û hezar û 540 jê jî hindik texrîb bûbûn. Hezar û 730 malbat ên xaniyên wan hilweşiyane û texrîb bûne di konteyneran de dimînin. Li têketin û derketina konteyneran jî esker hatine bicihkirin. Kesên di konteyneran de namînin nikarin biçin vê qadê.    Kesên mexdûr xwestin rojek berî rojekê pirsgirêkên wan bên çareserkirin.    'BIRÎNÊN ME NECEBIRANDIN'    Dayik 3 zarokan Saadet Yavûz ku di konteynerê de dimîne, anî ziman ku 350 konteyner hene û bi hezaran kes di van konteyneran de dimîne. Yavûz, bilêv kir ku piştî erdhejê demekê li derve mane û got: "Paşê em çûn mala dêya min. Em demekê li wir mane. Lê ji ber ku xênî biçûk bû, ne mimkun bû em bimînin. Em 25 rojan di konan de, 20 rojî jî li nexweşxaneyeke neçalak de man. Em li wan deran perîşan bûn. Tişt bela dikirin, lê nedighaştin me. Ji bo şewitandin êzing didan, lê ew jî şil bûn. Xwarin rojê carekê dihat belakirin. Ew jî sar bû û hindik bû. Me nikaribû serê xwe bişo. Lavabo tune bû. Em diçûn petrolekê. Me birin nexweşxaneyekê. Li wir jî heman tişt hatin serê me. Tiştên bela dikirin bi awayekî wekhev bela nedikirin. Roj hebû xwarin bi dest me nediket. Wexta me dixwest digotin 'hûn bihatana.'"    DAXWAZNAME XISTINE ÇOPÊ   Yavûz, diyar kir ku paşê bi hinceta ku bergeha derdorê xera dike kon hatine berhevkirin û got: "Ji me re gotin, heya xaniyên we bên çêkirin hûn ê ki nexweşxaneyê bimînin. 20 roj bi şûn de gotin, 'li çara serê xwe mêze bikin, an hûn ê biçin konteyneran an jî hûn ê biçin têkevin xaniyên bikirê.' Min nedixwest careke din biçim konan. Ji lewra li konan zarokeke deh salî taciz kirin. Gelek pirsgirêk rû dan. Ez fikirîm ê konteyner jî wiha be. Gava cendirmeyan telefonî min kir, min got sê zarokên min hene û naxwazim di konteynerê de bimînim. Wan jî got, tevdîr girtine. Nêzî salek e em di konteynerê de ne. Di war aborî û manewî de gelek pirsgirêk hene. Gotin, dê ji bo xaniyên xesardîtî 11 hezar lîre bidin û ji bo mayînê cih bidin. Me serî li AFAD, Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê û walîtiyê da. Lê serlêdanên me esas negirtin. Min bawer nedikir wê esas bigirin. Ji lewra daxanameyên hatibûn dayîn giş li erdê bûn. Kesê paqijî dikir, dihat wan berhev dikir û dixisit çopê. Halbûkî 11 hezar TL jî bi kêrî me dihat. Tenê 2 hezar û nîv TL û konteynerek dan."    Her wiha Yavûz, bal kişand ser dibistana zarokên xwe jî û got: "Tu eleqeya wan bi perwerdehiyê re nema. Nikarin beşdarî dersên zindî bibin.   BILA SOZÊN XWE BI CIH BÎNIN    Yavûz, diyar kir ku hevjînê wê betal e û beriya erdhejê di xaniyê bi kirê de bûn. Yavûz, destnîşan kir ku salek derbas bûye lê belê hê jî sozê ku hatine danîn pêk nehatine û got: "Em hatin jibîrkirin. Em dixwazin alîkariya me bikin. Derfetên wan hene. Em dixwazin sozên xwe bi cih bînin. Mirovên xaniyên wan hene bi zorê debara xwe dikin, em di nav hesinekî de ne. Ji bo em karibin bi rihetî jiyana xwe bidomînin, bila sozên xw ebi cih bînin. Em tiştkî zêde ji wan naxwazin. Bi hezaran kesên di vî halê min de hene."    ESKERÊN NOBEDÊ DIGIRIN    Welatiyekî ku saleke din konteynerê de ye û nexwes navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku eskerên li têketin û derketina konteyneran hatine bicihkirin derî peywira xwe hereket dikin. Welatî, diyar kir ku esker tim pêwendiyê bi jinên ciwan re datînin û got: "Her tişt bi dizîka tê kirin. Jinên zewicandî û ezeb û esker û peywirdarên li têketina konteyneran pêwendiyê bi hev re datînin. Li derve ew û van kesan hev du dibînin. Ev me nerihet dike û fikarên me zêde dikin. Ji lewra derî peywira xwe hereket dikin."