Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin 2021-01-25 16:53:09   RIHA - Li navçeya Xelfetiyê eskeran bi ser malekê de girtin û ji heman malbatê 2 kes binçavkirin.   Li Gundê Helbinî yê girêdayî navçeya Xelfetiya Rihayê di saetên serê sibê de eskeran bi ser malekê de girt û Kamîl Yalçinkaya (45) û kurê wî Mehmet Yalçinkaya binçavkirin. Hat hîn bûn ku eskeran bav û kurên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn teslîmî polîsan kirine û ew birine Miduriyeta Polîsan a Bajêr.