DAD’ê ajansa me ziyaret kir 2021-01-25 15:10:48   STENBOL - Şandeya ku Hevserokên Giştî yên DAD’ê Saîme Topçû û Mûsa Kûlû jî di nav de, ajansa me ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.    Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ji bo piştevaniyê, ajansa me zîyaret kirin. Di şandeyê de Hevserokên Giştî yên DAD’ê Saîme Topçû û Mûsa Kûlû, Hevserokên DAD’ê yên Stenbolê Nergîs Guzel û Sekreterê Çapemeniyê yê Giştî Bulent Felekoglû cih girt. Şandeyê li dijî girtin, binçavkirin û zextên li ser ajansa me û çapemeniya azad peyamên piştevaniyê dan û bal kişand ser nûçegihaniya serbixwe.