Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe 2021-01-25 09:10:21 STENBOL - Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê yên tecrîdkirina Ocalan û wiha got: "Tecrîd û îzolasyona li dijî Ocalan ne tenê li ser Ocalan e, tecrîdkirina li Îmraliyê li hemû girtîgehan û li ser tevahiya civakê belav dibe.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin li Girava Îmraliyê di di şertên tecrîdê de li ber xwe dide. Her cara ku hevdîtin tê kirin dîsa daxwaza çareserî, diyalog û muzakereyan dike. Heta niha gelek caran girtiyên siyasî ji bo tecrîd bi dawî bibe çalakalî li dar xistin. Piştî çalakiyên girtiyan, bi Ocalan re hevdîtinên malpar û parêzeran hatin kirin. Dîsa li derve gelek caran gel çalakî li darxistin û kampanya dan despêkirin. Li ser bertek û nerazibûnên gel û girtiyan pêvajoyên diyalogê pêş ketin û dîsa deriyê Îmraliyê li hevdîtinan hatin girtin. Herî dawî parêzer di 7'ê Tebaxa 2019'an de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ji ber ku dîsa deriyê Îmraliyê li Ocalan hat girtin û malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê, girtiyên siyasî di 27'ê Mijdara 2020'an de hamleyek dan destpêkirin. Niha girtiyên siyasî 60 rojin di greva birçîbûnê de ne. Li aliyekî girtiyên siyasî çalakiya xwe berdewam dikin, li aliyê din nûnerên rêxistinên civakî li dijî tecrîdê dadikevin kolanan û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind dikin. Li ser mijara tecrîdkirina Ocalan û polîtikayên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    'DEST Û PIYÊN GIRTIYAN DIŞKÎNIN LÊ KES NABIHÎZE'    Ertugrul Kurkçu, bal kişand ser armanca çalakiya girtiyan û wiha got: "Girtî ji bo tecrîdkirina Ocalan bê şikandin pir girîngiyê didin çalakiyan. Tecrîdkirina li dijî Ocalan di rastiyê de bandora xwe li ser hemû girtîgehan û girtiyan dike. Ji ber vê yekê tecrîd û îzolasyona li dijî Ocalan di esasê xwe de tecrîd û îzolasyona hemû girtiyan û civakê ye. Tecrîdê bi Ocalan dest pê kir û îro li hemû girtîgehan û li ser hemû civakê belav dibe. Li girtîgehan dest û piyên girtiyan tên şikandin. Lê ji ber tecrîd û îzolasyonê kes vê yekê nabîne û nabihîze. Ev yek travmayek mezin li ser civakê çêdike. Standartên li Îmraliyê ava kirine li hemû girtîgehan belav dikin."    'EWIL QEYÛM TAYÎNÎ VÎNA GEL KIRIN NIHA TAYÎNÎ ZANÎNGEHAN DIKIN   Kurkçu, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ewil qeyûm tayînî vîna gel û şaredariyan kirin û wiha axivî: "Niha qeyûm tayînî zanîngehan dikin. Amadekariya ku qeyûm tayînî şaredariyên CHP'ê jî bikin dikin. Girtî baş dizanin ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dê rê li pêş polîtîkayên nû yên demokrasî û azadiyê vekin. Girtiyên azadiyê ji bo deriyekî nû vebe têdikoşin. Ji bo tecrîd bê şikandin ev têkoşîn pir girîng e. Dengê li dijî tecrîdê û li dijî xizaniyê bilind dibe, lazim e bibe yek. Kengî dengê li dijî xizanî û tecrîdê bûn yek wê demê ev deng dê bêtir xurt bilind bibe. Divê em girseyên herî mezin li ser xetekê bikin yek her daîm bi hevre bidin meşandin. Yek ji van çalakiyan, çalakiyên bêîteatiya sivîl e. Divê HDP ji bo vê yekê bingehekê ava bike. Sala 2021'an ji bo bingehek wisa bê avakirin kritik e."    AKP-MHP JI BO XWE HDP'Ê ASTENG DIBÎNE   Kurkçu, bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê yên li dijî HDP'ê jî û wiha got: "AKP û MHP dibîne ku dengê xwe û baweriya xwe ya li hemberî gel winda dike. Ji ber vê yekê serî li rêyên dijî hiqûq û dijî zagonî dide. Serî li tundiyê dide. Ew bawer dike ku tenê dikare bi darê zorê hilbijartinê bi dest bixe. HDP'ê li pêş xwe asteng dibîne. Dixwaze vê astengiyê ji pêş xwe rake.    'HÊZÊN DEMOKRATÎK Û SIVÎL LI DIJÎ REJÎMA TIRKIYEYÊ ENIYEK AVA KIRINE'    Kurkçu, destnişan kir ku Parlamentoya Ewropa, bi qehr bang li Konîsyona Ewropa kir ku iryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) têxin meriyetê û wiha got: "Ev nêzîkatiya Parlamentoya Ewropa, nîşan dide ku cemaweriya ewropa, hêzên muxalif, demokratîk û civakî yên Ewropa li dijî rejîma Tirkiye eniyek ava kirine.    MA - Nacî Kaya