ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-25 09:00:31 * Parlamenterê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev tişt got: “Tecrîda tê domandin ji her demê girantir û talûketir e. Bi zêdebûna tecrîdê re alozî kûr bû.” * Penaberên Sûriyeyê ku bi hinceta bikaranîn qaçax ceyrana hatiye birîn, di vê sir û seqema zivistanê de weke çareserkrinê kincên xwe dişewitînin û xwe germ dikin.    * Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê yên tecrîdkirina Ocalan û wiha got: "Tecrîd û îzolasyona li dijî Ocalan ne tenê li ser Ocalan e, tecrîdkirina li Îmraliyê li hemû girtîgehan û li ser tevahiya civakê belav dibe.    *  Karkerên Înşeata Kayiyê ku bi rojan e ji ber mûçeyê xwe nagirin li ber xwe didin, diyar kirin ku tevahiya Stenbol dengê wan bihîstiye lê tu wezîr û Serokkomar hê jî dengê wan nebihîstine.    * Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku ji salên 1990’î ve di bûyerên revandinê de ternê reng û marqeyên wesayîtan guheriye û xwest ku li dijî bûyerên revandinê refleksên civakê bên bipêşxistin.    * KCD,TJA, DBP û HDP wê bi rêxistinên civaka sîvîöl re, di 25 û 29'ê Çileyê de, wê derbarê çalakiyên li dar xistin de Salona Konferansê ya Şaxa Genel Îş a Êlihê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Bi boneya 20'emîn salvegera qetilkirina Serokê HADEP'ê yê Navçeya Sîlopî ya Şirnexê Serdar Taniş û Rêveberê Navçeyê Ebûbekir Denîz, wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Sîlopiyê daxuyanî bê dayîn.  (11.00)   * HDK, wê derbarê yekemîn danişîna Hevberdevkê xwe Sedat Şenoglû ku wê di 26'ê Çileyê bê dîtin de li Navenda Giştî ya kongreyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)