Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn 2021-01-24 21:08:02   NAVENDA NÛÇEYAN – Di 24 saetên dawîn de ji ber vîrûsa koronayê 140 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 25 hezar û 73 kesan.     Wezareta Tenduristiyê, daneyên dawîn ên 24 saetên dawîn ên vîrûsa koronaye parve kirin. Li gorî daneyên wezaretê di 24 saetên dawîn de ji ber vîrûsa koronayê 140 kesan jiyana xwe ji dest daye û 684 jê nû bi giştî 5 hezar û 277 pêketiyên vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin. Bi van daneyan re hejmara miriyên vîrûsa koronayê derketin 25 hezar û 73 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 2 milyon û 429 hezar û 605 kesî.