ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin 2021-01-24 15:27:32   AMED –  ÎHD û Baroya Amedê, diyar kirin endamê darazaê yên ku biryara DMME’yê pêk naynin sûc dikin û bang li Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kirin ku li dijî van endamên darazê tişta pêwîst bike.    Heyeteke ku ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)  û Baroya Amedê pêk dihat, serdana siyasetmedar, hiqûqnas, karsaz û rojnameger ên mîna Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Bekîr Kaya, Selçûk Kozağaçlı, Osman Kavala, Ahmet Altan, Selahattin Demirtaş, Abdûllah Zeydan ku girtî ne kirin.  Heyetê, têkildarî vê serdanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Heyetê, destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîd û izolasyona ku biş hinceta vîrûsa koronayê li girtîgehan pêk tê û çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî vê hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku gelek amûrên girtiyan bi awayekî kêfî hatine desteserkirin û mafê wan ê bersivdayîna angaştên derbarê wan de ji wan hatiye girtin.    Di berdewamê de heyetê diyar kir ku endamê darazaê yên ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk naynin sûc dikin û bang li Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir ku li dijî van endamên darazê tişta pêwîst bike.