Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e 2021-01-24 13:55:13   STENBOL – Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci, bertek nîşanî serdegirtina avahiya partiya xwe ya Esenyûrtê da û diyar kir ku wêneyên ku bûne hinceta serdegirtina polisan ên beriya 6 mehan e.   Peywirdarên dermankirinê yên Şaredariya Esenyûrtê ku ji bo dezenfektekirinê çûbûn avahiya HDP’ê ya Esenyûrtê wêneyên avahiyê yên wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê kişandibûn û li ser medya civakî parve kiribûn. Li ser vê parvekirinên derbarê rêxistina navçeyê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û duh bi şev polisan bi ser avahiyê de girtibûn û gelek ewraqên HDP’ê desteser kiribûn.    Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci, têkildarî serdegirtina avahiya partiya xwe li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û bertek nîşanî Şaredariya Esenyûrtê û serdegirtina polisan da. Avci, da zanîn ku wêneyên bûne hinceta serdegirtina polisan beriya 6 mehan bi dizî hatine kişandin û got ku ji şaredariyê gilîker in û xwest ku Şaredariya Esenyûrtê têkildarî mijarê daxuyanî bide.