Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin 2021-01-24 10:56:23   STENBOL – Polisan bi ser avahiya HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin û hevserokên HDP’ê yên navçeyê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam binçav kirin.    Polisan di saetên şevê de bi ser avahiya HDP’ê ya navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê de girtin. Hat hînbûn ku polisan li ser îxbara ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiyê hene bi ser avahiyê de girtine. Personelê Şaredariya Esenyûrtê, dema ku avahiyê dezenfekte kiribû dîmenên avahiyê kişandibûn û li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kiribû. Bêyî ku agahî bidin rêveberiya navçeyê polisan bi ser avahiyê de girt û deriyê avahiyê şikandin. Bi qasî 6 saetan li avahiyê lêgerîn kirin.    Di serdegirtinê de polisan ewraq, belgename, pirtûk, flama, alên partiyê desteser kirin û hevserokên navçeyê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam jî binçav kirin.